Masûlkeşane: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Min pêşnumeya gotarek nû çê kir.
 
BKurteya guhartinê tine
Rêz 2:
'''Masûlkeşane''' an jî '''şaneya masûlke''' (bi inglîzî: ''muscle tissue'') yek ji çar cor şaneyên laş e.
 
Peyva [[Şane (biyolojî)|şane]] (bi înglîzî: ''tissue'') ji bo koma xaneyên wekhev tê bikaranîn. [[Xane|Xaneyên]] şaneyê ji heman çavkaniyê peyda dibin. Wekî mînak, hemû xaneyên şaneya masûlkeyê ji çîna navîn (mezoderm) a korpeleyê (embriyo) peyda dibin. Xaneyên şaneyê dişibin hev û di şaneyê de bi awayekî taybet rêz dibin. Ev rêzbûna taybet, derfet dide şaneyê ko di erkê xwe yê taybet de bi ser bikeve<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology" />. Di laşê mirov de bi trîlîyonan xane xeye, lê li gor erk û şêweyê wan zêdetirê 200 cor xane heye<ref>Britannica, The Editors of Encyclopaedia. "human body". ''Encyclopedia Britannica'', 15 Jul. 2021, <nowiki>https://www.britannica.com/science/human-body</nowiki>. Accessed 25 July 2021.</ref>. Herçiqas hêjmar û corê xaneyan gellek zêde be jî, laşê ajalên [[Birrbirreya piştê|birrbirredar]] ji 4 cor şaneyan pêk te. Masûlkeşane jî yek ji van şaneyên bingehîn e. Laşê mirov û hemû birrbirredaran li gel masûlkeşaneyê, [[bestereşane]], [[demareşane]] û [[rûkeşeşane]] jî li xwe digirin.
 
Heke du an jî zêdetir şane ji bo erkek hevbeş kar bikin, vê carê êw pêkhate êdî ne şane lê wekî [[Endam (biyolojî)|endam]] tê navkirin<ref name="Biology with Physiology" />. Ango endam (organ) ji şaneyan pêk te û berpirs e ji bo karekî taybet di laş de<ref name="Concepts and Applications">Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.</ref>. Jiyana rojane de hin caran peyva masûlke li dêla masûlkeşane tê bikaranîn. Lê bi eslê xwe masûlke ne şane, lê endam e. Di pêkhateya masûlkeyê de li gel koma masûlkexaneyan, bestereşane û demareşane jî cih digire. Herwisa rûyê navî yên [[Lûleya xwînê|lûleyên xwînê]] bi çînek xaneyên rûkeş dapoşî ye, ji ber ko hemû masûlke lûleyên xwînê li xwe digirin, di pêkhateya masûlkeyê de rûkeşeşane jî cih digire. Ango masûlke ji çar cor şaneyan pêk tê, loma masûlke endam e. Wekî mînak li ser [[Hestiyên mil û dest|hestiyê bazû]] (bi latînî: ''humerus'') yê jorê mil de, masûlkeyên duserî (bi latînî: ''biceps'' ''brachii'') û masûlkeyên sêserî (bi latînî: ''triceps brachii'') hene Ev herdu masûlke li gel koma masûlkexaneyan, bestereşane, demreşane û rûkeşeşane jî li xwe digirin<ref name="Human anatomy" />. Loma masûlkeya duserî û masûlkeya sêserî ne şane lê endam in û ji bo girtin û vekirina mil kar dikin.
Rêz 28:
Li gor hebûn an jî tunebûna hêlan du cor masûlkeşane heye. Di bin mîkroskobê de xaneyên hin masûlkeyan de beşên tarî û ronî wekî hêl (xêz) xuyadibin. Peykeremasûlke û dilemasûlke hêldar in, lûsemasûlke hêldar nîn e loma wekî masûlkeya lûs tê navkirin.
 
Li gor kontrola çalakiya masûlkeyan, du cor masûlke heye; masûlkeyên ko bi xwestina mirov çalak dibin , wekî masûlkeyên xwewîst tê navkirin. Masûlkeyên ko çalakiya wan rasterast di bin kontrola mirov de nîn in, wekî masûlkeyên xwenewîst tên navkirin. Peykeremasûlke masûlkeya xwewîst e. Dilemasûlke û lûsemasûlke jî masûlkeyên xwenewîst in, çalakiya masûlkeyên xwenewîst ne li gor xwesteka mirov, lê ji aliyê [[demarekoendama xweyî]] û hormonan ve tê rêkxistin.
 
Bi gelemperî masûlke li gor cihê hebûna wan a di laş de tên polenkirin. Li gor wê polenkirinê sê cor masûlkeşane heye; peykeremasûlke, lûsemasûlke û dilemasûlke. Peykeremasûlke bi hestî ve girêdayînê û bi gelemberî hestî dinav peykeremasûlkeyan de cih digire. Lûsemasûlke li dîwarên endamên hinavê de cih digirin, wekî mînak; [[gede]], [[Rûviya zirav|rûvî]], [[borrîhewa]], [[mîzdank]], [[malzarok]] hwd. Dilemasûlke tenê li diwarê dil de cih digire.