Peykeremasûlke: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Min pêşnumeya gotarek nû çê kir.
BKurteya guhartinê tine
Rêz 10:
Tevahiya masûlkeya peykerê di nav kalanek de cih digire. Kalanê masûlkeyê bergek ji bestereşaneyê ye û wekî epîmîsyum (bi [[Zimanê yewnanî|grekî]]: ''epimysium'' ) tê navkirin. Bi eslê xwe peykeremasûlke ji gurzên ( bi [[Zimanê latînî|latînî]]: ''fascicle'' ) masûlkexaneyê pêk tê. Her gurzek masûlkexane jî di nav kalanek de cih digire. Kalanê gurzê masûlkexaneyan wekî perîmîsyum (bi [[Zimanê yewnanî|grekî]]: ''perimysium'') tê navkirin. Perîmîsyum bergek ji bestereşaneya şidayî ye. Di nav gurzan de, her masûlkexane (masûlkerîşal) bi çînek tenik a bestereşaneyê dapoşrav e. Ev berga tenik jî wekî endomîsyum (bi [[Zimanê yewnanî|grekî]]: ''endomysium'') tê navkirin<ref name="visualizing-human-biology" />. Ev hersê kalanên ji bestereşaneyê li gel masûlkexaneyan li seranserê masûlkeyê de dirêj dibin. Kalan li cemserê masûlkeyan de bi bestereşaneya rîşalî ve yek dibin, ji vê yekbûnê [[jê]] peyda dibe. Jê, masûlkeyan bi [[bergê hestî]] ve girê dide. Li tevahiya masûlkeyê de hebûna çînên bestereşaneyê, ji bo masûlkexaneyan girîng e. Bi vî awayî hêza girjbûnê ya ji her masûlkexaneyê hê hêsantir tê guhestin ber bi cemserê masûlkeyên ko bi hestî vê girêdayî ye.
 
Peykeremasûlke dewlemend in bi lûleyên xwînê. Lûleyên xwînê xurek û oksîjenê tînin masûlkeyan û madeyên paşmayî (paşerro) jî ji masûlkeyan dûr dixin. Herwisa her yek ji masûlkerîşalan bi gurzê [[Tewere|tewereyên]] demarexaneyên livînê (bi îngilîzî: ''motor neuron'') re [[gehînke]] ava dike. Tewereyên demarexaneyan bi demareragihandinê, sinyalên girjbûnê digihîne masûlkerîşalê<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology">Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,</ref>.
 
== Xaneyên peykeremasûlkeyê (masûlkerîşal) ==
Rêz 16:
Ji ber ko xaneyên peykeremasûlkeyê pêkhateyên dirêj û bi şêweyî lûlekî ne, wekî rîşalên masûlke (masûlkerîşal) tên navkirin<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology" />.Girjbûna tevahiya masûlkeyê ji ber bi hemahengî girjbûna masûlkerîşalên wê rû dide<ref name="Anatomy and physiology" />.
 
Di bin mîkroskopê de masûlkerîşal wek xaneyên dirêj, lûlekî û paralelê hev dirêjbûyî xuya dibin. Masûlkerîşal hêldar in, hêlên tarî û ronî lidûhev li ser xaneyan de dirêj dibin. Dirêjiya masûlkerîşal dibe ko di masûlkeyên dirêj de bi qasî 35 cm be<ref name="Anatomy and physiology" />. Masûlkerîşal xaneyên firenavikî ne<ref name="Biology with Physiology" />. Di laşê korpeleyê de gellek ji xaneyên çêkerê masûlke (bi [[Zimanê yewnanî|grekî]]: ''myoblast'') yek dibin bi vî awayî masûlkerîşala firenavikî peyda dibe<ref name="Human Physiology" />. Ji bo parzûna xaneyê ya masûlkerîşalan, peyva sarkolema (bi [[Zimanê yewnanî|grekî]]: ''sarcolemma'') tê bikaranîn. Di zimanê grekî de ji bo goştê laş, (masûlke + bez) peyva sark (''sárx'') tê bikaranîn<ref>sarco-." Farlex Partner Medical Dictionary. 2012. Farlex 29 May. 2021 &#x3C;nowiki&#x3E;https://medical-dictionary.thefreedictionary.com/sarco</ref>. Herwisa ji boy sîtoplazmaya van xaneyan jî peyva sarkoplazma (''sarcoplasm'') tê bikaranîn. Di nav sarkoplazmayê de dezîyên (bi [[Zimanê inglîzî|înglîzî]]: filament) zirav li kêleka hev li seranserê xaneyê de dirêj dibin. Sarkoplazma bi mijarek gellek zêde potasyum, magnesyum û fosfat jî li xwe digire<ref name="Biology">Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).</ref>. Ji bo girjbûn û xavbûna masûlkeyê, pêdivî bi enerjiya adenozîna sêfosfatî ([[ATP]]) heye, loma di nav sarkoplazmaya masûlkerîşalan de gellekgelek [[mîtokondrî]] jî cih digirin. Di nav xaneyê de bi [[henaseya xaneyî]], ji xurek ATP tê bi destxistin. Ji bo têkşikestina xurek, pêdivî bi oksîjenê heye. Sarkoplazmaya masûlkerîşalan gellekgelek miyoglobîn ( bi [[Zimanê inglîzî|înglîzî]]: myoglobin) li xwe digire. Miyoglobîn dişibe [[Hemoglobîn|hemoglobînê]] lê bi oksîjenê re giridanên hê xurttir ava dike. Miyoglobîn embarkirina oksîjenê di nav xaneyêde dabîn dike. Di nav sarkoplazmaya masûlkerîşalan de [[Endamok|endamokêk]] heye bi navê retîkûlûma sarkoplazmî (bi înglîzî: ''sarcoplasmic reticulum''), ev lebatok dişibe [[retîkûlûma endoplazmî ya lûs]] û karê wê yê sereke embarkirina kalsiyumê ye. Kalsiyuma nav retîkûlûma sarkoplazmî bi sinyalên demarêragihandinê ber bi nav sarkoplazmayê ve tê derdan. Kalsiyum girîng e ji bo girjbûn û xavbûna deziyan.
[[Wêne:Sarkomer ku.png|thumb|400x400px|Bi sedan sarkomer bi hev re girêdan ava dikin û li du hev rêz dibin, bi vî awayî masûlkerîşal peyda dibe.]]
Di sarkoplazmaya masûlkerîşalê de ji sedan heta çend hezaran masûlkerîşalok hene<ref name="medical physiology">Guyton, A. and Hall, J., 2011.Guyton And Hall Textbook Of Medical Physiology. Philadelphia: Saunders Elsevier.</ref>. Masûlkerîşalok du cor deziyê girjdar (bi [[Zimanê inglîzî|înglîzî]]: ''contractile myofilament'') li xwe digirin. Yek ji deziyan stûr e, bi piranî ji proteîna miyozînê pêk tê û wekî deziyê miyozîn (bi îngilîzî: ''myosin filament'') tê navkirin. Her deziyek stûr bi qasî 250 molekulên miyozînê li xwe digire.
Rêz 26:
Banda I ( bi înglîzî: ''I band'') ji beşên deziyê aktînên du sarkomerên tenîştê hev pêk tê.
 
Beşa tarî û stûr a masûlkerîşalê wekî banda A (bi înglîzî: ''A band'') tê navkirn. Di banda Ayê de deziyên aktîn û miyozînê li ser hev dirêj dibin. Di nav banda Ayê de beşek zirav û ronî heye, ji vê beşê re tê gotin devera H (bi înglîzî : ''H zone''). Deziyên aktînê heta devera Hyê dirêj nabin, devera H bi tenê ji deziyên miyozînê pêk tê. Her lodek deziyên miyozîne ji aliyê sîstema proteînan ve bi hev ve tên girtin. Proteîn wekî hêlekî zirav xuya dibin ji vê hêlê re dibêjin hêla M (bi înglîzî: ''M line''). Hêla M di nav banda A yê de di navenda devera H yê de ber bi jêr dirêj dibe
 
Masûlkerîşal ji bo erkê girjbûn û xavbûne binîn cih, hatinê guhertin. Ango evana ne xaneyên asayî lê xaneyên taybet in û nikarin dabeş bibin. Ji ber nedabeşbûnê, piştê ji dayikbûnê hejmara masûlkerîşalên masûlkeyan jî zêde nabe. Her ko mirov [[Werziş|werzîş]] bike, masûlkeyên xwe bi kar bînê, xaneyên masûlkeyê zêde nabin lê qebareya her xaneyek zêde dibe ev rewş dibe sedema stûrbûna masûlkeyê<ref name="Biology with Physiology" />.
Rêz 124:
Di xaneyê de bi navbeynkariya oksîjenê hilweşandina glukoz û xurekên din wekî henaseya xaneyî (bi înglîzî: ''cellular respiration'') tê navkirin. Di masûlkerîşalan de henaseya xaneyî di mîtokondriyê de dawî dibe. Glukoz, asîda piruvî (bi înglîzî: ''pyruvic acid'') û asîdên çewrî ji bo henaseya xaneyî tên bikaranîn. Ji hilweşandin van molekulan ATP tê bi destxistin. Di henaseya xaneyî de oksîjen tê bikaranîn, xurek heta CO<sub>2</sub> û H<sub>2</sub>O tên perçekirin. Loma herî zêde ATP bi henaseya xaneyî tê bi destxistin<ref name="Concepts and Applications">Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.</ref>.
 
Heke di xaneyên peykeremasûlke de bi têra xwe oksîjen tune be, xane dîsa ji glukozê ATP berhem dike. Glukoz heta asîda piruvî tê hilweşandin lê ji ber kêmoksîjeniyê asîda piruvî heta CO2CO<sub>2</sub> û H2OêH<sub>2</sub>O nayê perçekirin, ji dêla wê asîda piruvî diguhere bo asîda mastê (bi înglîzî: ''lactic acid''), ev rêbaz wekî genîn (bi înglîzî: ''fermentation)'' tê navkirin. Bi genînê di xaneyê de asîda mastê wekî madeya paşmayî berhev dibe, asîda mastê dibe sedema çêbûna azar di masûlkeyan de. Herwisa li mirov de hestê westiyabûnê jî peyda dibe.
 
== Çavkanî ==