Peykeremasûlke: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rûpel bi "thumb|399x399px|Gelemperiya peykeremasûlkeyan bi navbeynkariya jêyan, bi hestî ve girêdayî ne. '''Peykeremasûlke''' (Masûlkeya p..." hat çêkirin
 
Min pêşnumeya gotarek nû çê kir.
Rêz 1:
[[Wêne:Muscle_schematic_ku.svg|thumb|399x399px|Gelemperiya peykeremasûlkeyan bi navbeynkariya jêyan, bi hestî ve girêdayî ne.]]
'''Peykeremasûlke''' (Masûlkeyaan jî '''masûlkeya peyker)''' (bi înglîzî:''skeletal muscle'') yek ji sê corên masûlkeyan e.
 
Di laşê mirov de sê cor masûlke heye; peykeremasûlke, [[lûsemasûlke]] û [[dilemasûlke]]. % 50yê laşê mirov ji masûlkeyan pêk tê<ref name="Human Biology." />. Di laşê mirov de masûlkeya herî zêde ya peykeremasûlke ye<ref name="Human Biology." />. Bi qasî 650 peykeremasûlke di laşê mirov de cih digirin<ref name="human physiology">Roberts S. Human Physiology. Global Media, 2007.</ref>. Peykeremasûlke masûlkeya hêldar e (bi înglîzî: ''striated muscle)''. Di nav xaneyê de dezîyên barik û stûr di bin mîkroskobê de wekî beşên tarî û ronî xuya dibin, ji van beşan re dibêjin hêl. peykeremasûlke bi awayekî xwewîst kar dikin. Ango çalakiya masûlkeyan li gor xwesteka mirov, di bin kontrola [[Koendama demarê|demarekoendama]] mirov de rû dide. Gelemperiya peykeremasûlkeyan bi navbeynkariya jêyan, bi [[hestî]] ve girêdayî ne<ref name="Human Physiology">Fox, Stuart Ira.Human Physiology. McGraw-Hill Education, 2016.</ref>, hestî bi peykeremasûlkeyan ve dapoşrav e. Livîna hestiyên laş ji ber girjbûn û xavbûna (sistbûn) masûlkeyan rû dide.