Gehînkeya demarûmasûlke: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Min pêşnumeya gotarek nû çê kir.
 
BKurteya guhartinê tine
Rêz 2:
'''Gehînkeya demarûmasûlke''' (bi înglîzî: ''neuromuscular junction'' ) cihê taybet e ko tewerekotahiya demarexaneyê û masûlkerîşal rastê hev tên<ref name="Biology" />.
 
Gehînkeya demarûmasûlke, [[Gehînkeya kîmyayî|gehînkeyek kîmyayî]] ye di navbera [[demarexane]] û [[Masûlkerîşal|masûlkexaneyê]] de. [[Peykeremasûlke]] di bin bandora [[koendama demarê]] de kar dikin. Demareragihandinên ji [[Demaxê mirov|demax]] an jî ji [[Dirkepetik|dirkepetikê]] dibin sedema girjbûna peykeremasûlkeyê<ref name="OpenStax, Biology"> Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,</ref>. Rîşalên demarexaneyê bi masûlkerîşalan ve gehînkeya kîmyayî ava dikin. Di her masûlkerîşalek peykeremasûlkeyê de, ji bo girêdana demarexaneya livînê, gehînkeya demarûmasûlke heye<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology">Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,</ref>. Ango her peykeremasûlkeyek ji aliyê demrexaneyademarexaneya livinê (motor neuron) tê kontrolkirin. Demarexaneyên livînê ji demax an jî ji dirkepetikê ragîhandinên demarî digihînin masûlkerîşalan. Dawiya beşa [[Tewere|tewereyê]] demarexaneyê wekî tewerekotahî tê navkirin. Beşa sarkolemaya masûlkerîşalê ya ko bi kotahiya tewereyê ve di nav têkiliyêde ye wekî lewheya serê ya livînê (bi înglîzî: ''motor end plate'') tê navkirin.
 
Tewere raste rast bi lewheya serê ya livînê re temas nake. Di navbera kotahiya tewereyê û ya sarkolemayê de valahiyek biçûk heye, ji re dibêjin [[Gehînke|gehînkeqelîş]] (bi înglîzî:''synaptic cleft'' )<ref name="Human Biology.">Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology (8th ed.). Pacific Grove, CA: Brooks/Cole Publishing Company. </ref>. Sînyalên elektrîkî bi şeweyê [[erkê kar]] ji laşê demarexanêyê derbasî tewereyê dibin, heta kotahiya tewereyê tên guhêztin. Erkê kar li tewerekotahiyê de dibin sedema hilweşîna cemsergiriya [[Parzûna xaneyê|parzûnê]], ango berevajîbûna cemsergirî (bi îngilîzî: ''depolarization'') rû dide. Bi berevajîbûna cemsergiriyê cogên kalsiyumê yên li ser kotahiya tewereyê ve dibin<ref name="Human Biology." />. Paşê, kalsiyumên li derdorê ber bi nav tewerekotahiyê diherikin. Bi hatina kalsiyumê, ji çikildanên gehînkeyê ya demarexaneya livînê, demareguhêzera (bi înglîzî: ''neurotransmitter'') asetîlkolîn tê derdan<ref name="Concepts and Applications">Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.</ref>. Astîlkolîn (ACh) belavê nav gehînkeya demarûmasûlkeyê dibe<ref name="Human Physiology">Fox, Stuart Ira.Human Physiology. McGraw-Hill Education, 2016.</ref>. Li ser rûyê sarkolemayê de wergirên asetîlkolînê hene. Asetîlkolîn bi van wergiran ve girê dibe. Bi girêdana asetîlkolînê, cogên wergirê asetîlkolînê ve dibin, Îyonên sodyumê diherikin nav masûlkerîşalê. Ev rewş dibe sedema hilweşîna cemsergiriya masûlkerîşalê<ref name="Biology">Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).</ref>. Di masûlkerîşalê de erkê kar dest pê dike<ref name="Human Physiology" />. Di nav sarkoplazmaya masûlkerîşalalan de tora lûlekên berwarkî heye, ev tor wekî lûlekên T (bi îngilîzî: ''T tubules / transverse tubules'') tên navkirin. Dema demareguhêzer digihîje ser rûyê sarkolemayê, sînyal bi navbeynkariya lûlekên T belavê nav sarkoplazmayê dibe. Lûlekên T erkê kar digihînin retîkûlûma sarkoplazmî. Cogên kalsiyumê yên retîkûlûma sarkoplazmiyê ve dibin, kalsiyuma embarkiri ji retîkûlûma sarkoplazmî belavê nav masûlkerîşalokan dibe û rêzeçalakiyin ji bo girjbûna masûlkeyê dest pê dike<ref name="McGraw-Hill"> Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.</ref>. Gava asetîlkolîn li ser wergirên asetîlkolînê dimînin cogên sodyumê jî vekirî dimînin, ango masûlerîşal çalak dimîne. Lê divê piştî ragihandinê, heta demareragihandinek nû, divê çalakiya masûlkeyê jî raweste. Ji bo girtina cogên sodyumê dive asetîlkolîn ji [[Gehînke|gehînkeqelîşê]] bêne dûrxistin. Di gehînkeqelîşê de [[Enzîm|enzîmek]] heye bi navê asetîlkolînesteraz (bi înglîzî: ''acetylcholinesterase''). Ev enzîm hilweşînerê asetîlkolînê ye<ref name="medical physiology" />. Enzîma asetîlkolînesteraz, asetîlkolînê hildiweşîne bo asetîl û kolînê<ref name="OpenStax, Biology" />. Hinek ji asetîlkolînê jî bê ko bên hilweşandin, ji gehînkeqelîşê ber bi kotahiya tewereyê tê mijandin<ref name="medical physiology">Guyton, A. and Hall, J., 2011.Guyton And Hall Textbook Of Medical Physiology. Philadelphia: Saunders Elsevier.</ref>. Bi vî awayê cogên sadyumê yên li ser sarkolemaya masûlkerîşalê tên girtin ko çalakiya masûlkeyan raweste.