Hestîbûn: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine |
BKurteya guhartinê tine |
||
Rêz 15:
Çavkaniya hestîbûnê çîna [[Xane|xaneyên]] mezenşîm e. Xaneyên mezenşîm, xaneyên bineratî yên bestereşaneyê ne. Ji ber ko bestereşane ji xane û madeya binyad pêk tê, li derdora çîna xaneyên mezenşîm jî madeya binyad heye. Hestiyên pan ên [[Kiloxê mirov|kiloxê]], hestiyên hinarikê (bi înglîzî: ''zygomatic bone''), çeneya jorîn, çeneya jêrîn û hestiyên [[Piştêna sîngê|pirika mil]] (bi înglîzî: ''collarbone'') bi hestîbûna di navbera perdeyan ve ava dibin.<ref name="Human anatomy" />
Di destpêka pêvajoya hestîbûnê de, xaneyên mezenşîmê nêzî hev dibin û li hîn beşan çînên stûr ava dikin. Ji xaneyên beşên stûrbûyî ya mezenşîmê, hinek xane diguherin bo [[Mûlûleya xwînê|mûlûleyên xwînê]], hinek xane jî diguherên bo xaneyên
Xaneyên çêkerê hestî osteoîd der didin.<ref name="Anatomy and physiology">Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.</ref> Osteoîd madeya binyad (matrîks) a hîn nereqbûyî ye. Di nav çend rojan de bi kombûna xwêyên kalsiyumê, osteoîd req dibe.<ref name="Human anatomy" /> Bi reqbûna osteoîdê, xaneyên çêkerê hestî di nav osteoîdê de asê dimînin, paşê van xaneyan diguherin bo xaneyên hestî.<ref name="Anatomy and physiology" /> Her ko xaneyên çêkerê hestî diguherin bo xaneyên hestî, pêşengê xaneyên hestî yên derdorê jî diguherin boy xaneyên çêkerê hestî.
Rêz 43:
Hestiyên dirêj bi rêka hestîbûna di nav kirkirkê çê dibin. Herwisa hestiyên binî yên kiloxê, wekî mînak; hestiyê bêjingî (bi înglîzî: ''ethmoid bone'') jî bi heman rêkê çê dibin.<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology" />
Çêbûna hestiyên dirêj 6 heta 8emîn hefteya ducaniyê de dest pê dike.<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology" /> Pêşî, hinek ji xaneyên mezenşîm diguherin bo xaneyên kirkirkê (bi înglîzî: ''chondrocytes''). Xaneyên kirkirkê kirkirkepeykerê ava dikin. Kirkirkepeyker pêşenga hestiyepeykerê ye. Çêbûna kirkirkê bi çêbûna bergê kirkirk (bi înglîzî: ''perichondrium'') didome. Bergê kirkirk, perdeyek bestereşaneyê ye ko rûyê kirkirkê dapoş dike. Her ko diçe di kirkirkê de hê pirtir matrîks (madeya binyad) çê dibe û qabareya xaneyên kirkirkê yên di navenda kirkirkê zêde dibe. Lê di matrîksê de kombûna xwêyên kalsiyumê, rê li ber xurek û madeyên pêwist digire, xaneyên kirkirkê bêxurek dimînin û dimirin.<ref name="OpenStax, Biology"> Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,</ref> Bi mirina xaneyan, di nav kirkirkê de hin valahî peyda dibin. Lûleyên xwînê ber bi nav valahiyê dirêj dibin û cih dibin. Bi vî awayî cihên vala hê firehtir dikin. Bi navbeynkariya lûleyên xwînê, xaneyên
Her ko kirkirk geş dibe hê pirtir mûlûleyên xwînê di kirkirkê re diçin. Têreçûna lûleyên xwînê ya nav kirkirkê, bergê kirkirkê çalak dike û diguherine bo bergê hestî. Xaneyên çêkerê hestî yên li bergê hestî, li derdora kirkirkê, li beşa doxê (bi grekî: ''diaphysis'') de gerdeniya hestiyê pitew (bi înglîzî:''compact bone collar'') ava dikin.<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology" />
|