Bergê hestî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
BKurteya guhartinê tine
Rêz 7:
Çîna derve ya bergê hestî wekî çîna rîşalî (bi îngilîzî: ''fibrous layer'') tê navkirin û ji [[Bestereşane|bestereşeneya]] şidayî (bi îngilîzî: ''dense connective tissue''), pêk tê. Çîna navî ya bergê hestî wekî çîna [[Xane|xaneyî]] (bi îngilîzî: ''cellular layer'') tê navkirin û ji xaneyên çêkerê hestî (''osteoblast'') pêk tê<ref name="Human anatomy" />.
 
Çîna derve rîşalên kolojen û rîşalên demar li xwe digire. Gava ziyan digihîje hestî, hestî diderize an jî dişikê, [[Demarexane|demarexaneyên]] hestê demareragihandin dişînin [[Demaxê mirov|demaxê]]. Bi vî awayêawayî êşa hestî li mirov peyda dibe. Herwisa çîna derve gelek lûleyên xwînê jî li xwe digire. Lûleyên xwînê ji bergê hestî şax didin û belavê nav hestî dibin, bi vî awayê ji xaneyên hestî re xurek dabîn dikin<ref name="ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA"> ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA, Periosteum [https://www.britannica.com/science/periosteum]</ref> .
 
Çîna navî ya bergê hestî ji xaneyên çêkerê hestî (bi îngilîzî: ''osteoblasts'') pêk tê. Xaneyên çêkerê hestî dabeş dibin û diguherin bo xaneyên hestî (bi îngilîzî: ''osteocytes''). Li gel stûrbûna hestî, şikestin an jî derizên hestî jî ji aliyê van xaneyan ve tên başkirin<ref name="Anatomy and physiology">Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.</ref>.