Birrbirreya piştê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
movikên piştê
Rêz 2:
'''Birrbirreya piştê''' an jî '''Stûna piştê'''<ref name="KURMANCÎ6"> KURMANCÎ, rojnameya taybetî ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê . Hejmar 6</ref> (bi îngilîzî: ''vertebral column'')
 
Birrbirreya piştê ji stûna hestiyên birrbirreyê ([[movik]]) pek tê. Ango gellek hestiyên birbirreyê mîna stûnek li ser hev rêz dibin, em ji vî stûna [[hestî]] re dibêjin birrbirreya piştê. Birrbirreya piştê ji binê [[Kiloxê mirov|kilox]], ji hestiyê patikê dest pê dike heta piştêna hewzê (bi înglîzî: ''pelvic girdle'') dirêj dibe<ref name="Human Biology.">Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology (8th ed.). Pacific Grove, CA: Brooks/Cole Publishing Company. </ref>. Di nav kuna hestiyên birrbireyê de [[dirkepetik]] derbas dibe. Stûna hestiyên birrbirreya piştê, dirkepetikê dipêçe û diparêze<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology">Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,</ref>. Herwisa birbirreya piştê destek dide kilox û serî, ji bo masûlkeyên parsûyan û yên pişt û stû, xalên girêdanê ava dike<ref name="OpenStax, Biology" />. Temenê dergûştiyê de, di laşê mirov de 33 heb hestiyê birrbirreyê heye<ref name="OpenStax, Biology"> Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,</ref>, lê her ko temenê mirov zêde dibe, mirov mezin dibe, hinek hestiyên birrbirreyê bi hev re dizeliqin. Stûna birrbirreya piştê ya mirovek pêgehîştî ji 26 hestiyan pêk tê. Ji vana 24 heb birrbirre ne, yek hestiyê sêbende (bi îngilîzî: ''sacrum'') û yek jî hestiyê qilênce (bi îngilîzî: ''coccyx'' ) ne. Ango birrbirreya piştê ji 24 birrrbirre û ji 2 hestiyan pek tê<ref name="VILLEE"> Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.</ref>. Di laşê mirovên pêgehîştî de sêbende ji 5 birrbireyên bi hev re zeliqî û yekbûyî pêk tê<ref name="VILLEE" />. Hestiyê qilênce jî bi yekbûna 3-5 birbirreyên bi hev re zelîqî pêk tê<ref name="visualizing-human-biology">Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.</ref>.
 
== Anatomiya Birrbirreyê ==