Dîroka Başûrê Kurdistanê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rêz 381:
 
Wî wextî têkiliyên Îran û Iraqê ji ber pirsgirêka [[Şetelereb]] gelek dijwar bûn. Her wiha DYA jî piştgirîya Îranê dikir. Lêhevhatina kurd û Bexdayê, Şahê Îranê gelek aciz dikir û dixwast ku kurd li dijî Iraqê şerê xwe berdewam bikin. Heta ku DYA jî qanî kir ku alîkarîya kurdan bike. Di konjunktûreke wiha de,11 adara 1974ê hikûmeta Iraqê biryarnameyek belav kir. Biryarên peymana xweseriyê bicîh neanîn. Hikûmeta Bexdayê qebûl nekir ku Kerkûk axa Kurdistanê ye. Xeta sor ya Mela Mistefa jî kurdistanîbûna Kerkûkê bû. Di encamê dê Mela Mistefa Barzanî biryar da ku li sala 1974ê dîsa serhildan da destpêkirin. Lê zêde dewam nekir. Iraq û Îran bi hevpeymana Cezayîrê lihevhatin û pirsgirêkên xwe çareser kirin. Di encamê dê Iraq ji mafên xwe yên li ser Şetelerebê xwe vekişî. Hemberî vê Îranê alîkarîya xwe ya ji kurdan re vekêşa.
 
Yekemîn car li sala 1972yê têkiliya kurdan û DYAyê destpê dike. Îran ji ber menfeetên xwe di navbera rêveberiya kurdan û DYAyê de qasidiyê dike ku DYA alîkarî bide kurdan li dijî hikûmeta Iraqê <ref>Barzan'dan Bağdat'a Kürtler, Ekrem Sunar, Weşanên Dozê, r: 15</ref>
 
===Derxistina qanûna nimre 33 (11 adar 1974)===
Armanca vê qanûnê zeîfkirina peymana xweseriyê bû.