Tehsîn Teha: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî
Rêz 13:
 
 
[[Tehsîn Taha]] (z.di [[25'Êlûna]] sala [[1941]]'an de, li navçeya [[Amêdiya]] serbi bajarê [[Dihokê]] ji dayik buye). Navê bavê wi [[Taha Mihemed Selîme]]. Dayika wî ji binemala [[Simbil Xanê]] ye. Malekê Kurdperwer û rewşenbîrin. Tehsin Tahir zewiciye û bavê heşt zarokane. Tehsîn Taha li [[Mangêşkê]] dest bi dibistana seretayî dike, heya refa çaran li wê derê dixwîne, refa pêncan li [[Dihokê]] û refa şeşan jî li [[Zaxo]] dixwîne. Di sala 1955'an de, li Dihokê dibistana navîn diqedine. Piştî qedandina dibistana navîn diçe bajarokê [[Hedba]] ya girêdayi [[Ninowa]] (Musil). Jiyana wî ya dengbêjiyê li [[Ninowa]] destpêdike. Di salên [[1956]]-57'an de ji ji [[Nînowa]] vedigere, diçe [[Amêdiyê]] û dest bi nivîsînên daktîloyê dike.
 
Di sala [[1958]]'an de destbi xwendina dibistana amadeyî dike û dibistanê diqedine. Bi qedandina dibistana amadeyî re, tevlî ezmûnek ya radyoya [[Bexdayê]] dibe û serdikeve. Strana xwe ya destpêkê ya binavê "[[Eşkere nakim]]" li wir di radyoya [[Bexda]] de dibêje. Di sala 1960'an de, diçe [[Peymangeha Huneri]] ya ciwanan û xwendina xwe li wir berdewam dike. Di navbera salên [[1960]]-61'an de, ji ber [[nakokiyên Kurd û Ereban]] tê [[Kurdistanê]] û li gel xalê xwe [[Emer Selim]] tevlî [[Şoreşa ilonê]] dibe. Piştî êrişên Ereban yên li ser [[Başûrê Kurdistanê]]. Tehsin vedigere [[Bexda]], li wê derê tê girtin, bi qasî salekê dikeve zindanê. Piştî tê berdan destbi xebata mamostetiya muzikê dike. Di sala [[1968]]'an de ji bo dibistana amadeyi ya navçeya [[Mexmûr]] weke mamosteyê muzîkê tê erkdarkirin. Di heman salê de tayîna wi ji bo Hewlêr derdikeve û heya sala [[1970]]'an li wir karê mamostehiyê berdewam dike.