'''Claude Cohen-Tannoudji''' (*jdb. [[1'ê1ê avrêlênîsanê]] [[1933]] li [[Constantine]], Algeriya) fîzîknasekî Fransî ye. Sala 1997'î1997î bi tevî [[Steven Chu]] û [[William D. Phillips]] [[Xelata Nobelê ya Fizîkê]] wergirtine.
== Jiyan ==
Ew di malbateke [[Cihû]] li Algeriyayê hatiye jiyanê. Sala [[1870]]'î wekî malbatî bûne hevwelatiyê [[Fransa]]yê. Ji sala [[1953]] heya [[1957]]'î li [[Parîs]]ê di dibistana [[Ecole Normale Supérieure]] de li cem xelatwergirê Nobel [[Alfred Kastler]] perwerde matematîk û fîzîkê dîtiye. 28 mangî (mehî) leşkerî kiriye. Ji sala [[1960]]'î virde di navenda bi navê ''Centre National de la Recherche Scientifique (CNRS)'' de dixebite û li zanîngehên [[Parîs]]ê dersê dide. Sala [[1973]]'î bûye profesor û xebatên xwe yên li ser [[nûklearfîzîk]] û [[molekûlarfîzîk]]ê didomîne.
== Xebatên wî ==
Ji sala [[1977]]'î virde bi kovareke fîzîkî ya bi navê ''Méchanique Quantique'', de bi navdarên fîzîkê yên Fransî dinivîsîne. Pirranî li ser [[qûantanmekanîk]]ê nivîsaran diweşîne. Bi tevî [[Steven Chu]] û [[William D. Phillips]] proseseka bi tîrêjên [[manyetîk]] ên [[atom]]î dicemide keşîf dikin û bipêşdixin.