Goga çav ne gilover e, tîreya tîr asoyî li gor tîreya stûnî ya çav, piçek kin e<ref name="Biology with Physiology"/>. Li hin mirovan jî qoqiziya korniyeyê an jî hawêneyê kêm e. Tîşkoya hawêneyê ne li ser toreyê, lê li paşiya toreyê çê dibe. Mirovên bi çavê dûrbînî, tiştên dûr dibînîn, lê yên nezîk baş nabînîn. Ji ber vê yekê vê kêmasiya çav, wekî dûrbînî (bi îngilîzî: ''hypermetropia / farsightedness'') tê navkirin. Dûrbînî bi alîkariya berçavkên bi hawêneya qoqiz tê saxkirin <ref name="Essentials of Medical Physiology"/>.