Bihîstin: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
Rêz 38:
2. Tundiya dengê
 
Heke çavkaniya deng rasterast li pêşî an jî li paşiya mirov be, durahiya çavkaniya deng ji boy herdu guh yeksan e. Loma deng di heman demê de digihîjedigîhîje guhan. Lê heke çavkaniya deng li aliyê çepê an jî rastê be, vê gavê guhek nezîkê çavkaniya deng dibe, guhê din piçek dûrê çavkaniyê dimîne. Wekî mînak, heke çavkaniya deng nezîkê guhê rastê be, deng berê digihîjedigîhîje guhê rastê, paşê digihîjedigîhîje guhê çepê. Derengketina wergirtina deng, ji aliyê mejî ve ji boy diyarkirina hêla dengê tê bikaranîn<ref name="medical physiology" />.
 
Heke deng ji aliyê rastê an jî çepê were, tundiya dengê ji boy herdu guhan yeksan nabe. Wekî mînak, heke çavkaniya deng li aliyê rastê be û tundiya wî jî 80 desîbel be, deng berê digihîjedigîhîje guhê rastê. Di navbera guhê rastê û yê çepê de serê mirov (kilox) heye, pêlên dengêdeng gava rastê serî tên, serî wekî mîna berbestek, rê li ber pêlên dengê digire, loma tevahiya deng derbasî aliyê çepê nabe, tundiya deng kêm dibe<ref name="ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA"> ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA, Sound localization [https://www.britannica.com/topic/sound-localization]</ref>. Ango guhê rastê dengek bi tundiya 80 desîbelê werdigire lê guhê çepê heman dengê ji 80 desîbelê kêmtir werdigire. Cudahiya navbera tundiya deng ji boy diyarkirina çavkaniya deng tê bikaranîn. Ev herdu rêbaz ji boy diyarkirina çavkaniya dengên li hêla çep û rastê ye, lê mirov dikare çavkaniya dengên ji hêla jor, jêr, paş û pêşî jî diyar bike. Ev kar, karê perrê guh e. Şêweyî perrên guh ji boy berhevkirina dengan taybet e. Perrên guh, li gor hêla çavkaniyê, tundiya deng rêk dixin, paşê aresteyê coga bihîstinê dikin. Ango li ser perrên guh, bandora dengê ji hêla pêşî tê, û dengê ji hêla jore tê ne wekhev e, loma ji aliyê perrên guh ve berhevkirin û arestekirina van dengan ji hev cuda ye. Ev rewş jî ji boy diyarkirina hêla dengan tê bikaranîn.
 
== Çavkanî ==