Guhê naverast: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
BKurteya guhartinê tine
Rêz 9:
Li guhê naverast sê [[Hestî|hestiyên]] pir hûrik hene. Dirêjiya her hestiyek ji santîmek kintir e. Ji van hestiyan re hestîkên bihîstinê<ref name="KURMANCÎ3" /> (bi îngilîzî:''Auditory ossicles'') tê gotin. Hestikên bihîstinê, hestiyên herî hûrik in di laşê mirov de. Hestîkên bihîstinê di navbera perdeya guh û guhê navî de mîna pirek kar dike. Hestîk ji perdeya guh, li pêy hev dirêjî kuna hêlkeyî dibin. Navê hestîkên bihîstinê çekûç, dezgeh û zengû ye. Hestîkên bihîstinê li gor şeweyî xwe hatinê navkirin<ref name="Anatomy and physiology" />.
 
Hestîkên bihîstinê hêza pêlê dengan berztir dike û ber bi [[guhê navî]] dişîne. Gava pêlên dengê li ser perdeya guh dixin, perde dilerize, lerîza perdeyê derbasî hestikê çekûç, dezgeh û zengû dibe. Tîreya perdeya guh 20 carê tîreya zengû ye. Loma pestoya li perdeya guh jî li li ser kuna hêlkeyî 20 car zêde ye. Pêlên dengê dema digihîje kuna hêlkeyî tûndiyatundiya deng 20 car zêdetir dibe<ref name="Human anatomy" />.
 
=== Çekûç ===
Rêz 19:
 
=== Zengû ===
Hestîkê zengû (bi latînî: ''stapes'') di navbera dezgeh û lûlpêçê de cig digire. Zengû bi aliyê serî ve bi dezgehê ve girêdayî ye, bi aliyê binî ve bi kuna hêlkeyî ve girêdayî ye<ref name="Human biology15ed">Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.</ref>. ÇekûçZengû hestiyêhestikê herî piçûk e.
 
== Masûlkeyên guhê naverast ==
 
Du [[masûlkeyên peyker]] (peykeremasûlke) bi hestîkên bihîstinê ve girêdayî ne. Masûlkeya yekem bi latînî wekî ''tensor tympani'' , a duyem jî wekî ''stapedius'' tên navkirin. Masûlkeya ''tensor tympani'' bi navbeynkariya hestîkê çêkûç, bi perdeya guh ve girêdayî ye. Ev masûlke perdeya guh dikişîne û dirêj dike, bi vî awayê rûyê perdeyê tê şidandin boy bersîv dayina pelên dêngan<ref name="Essentials of Medical Physiology" />.
 
Masûlkeya ''stapediu''s bi hestikê zengû ve girêdayî ye. Kontrola rêjeya lerizîna zengû dike. Rê nade zengû ko bi awayek tûndtund bilerize, bi vî awayê kuna hêlkeyî û lûlpêçê ji egera ziyangirtinê diparêze<ref name="Essentials of Medical Physiology">Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.</ref>.
 
== Coga ostakî ==
[[Wêne:Blausen 0330 EarAnatomy MiddleEar ku.png|thumb|253x253px|Guhê naverast hestiyên bihîstinê lixwe digire.]]
Guhê naverast bi nevbaynkariya cogek, bi [[Gewriya mirov|gewrî]] ve girêdayî ye. Navê vê cogê, coga ostakî ye, dirêjiya wê bi qasî 4 cm ye<ref name="Anatomy and physiology" />. Bi navbeynkariya coga ostakî hewa ji gewrî diçe heta kelêna guhê naverast. Pelên dengê yên ji aliyê guhê derve, li ser perdeya guhê de dibin sedema çêbûna pestoyê. Coga ostakî ji aliyê hundir ve hewayê ji gewrî ber bi pişta perdeya guh dişîne û bandora pestoya ser perdeyê kêm dike. Bi eslê xwe pesto kêm nabe lê li herdu alî de pestoyên bi heman hêzê hevdu hevseng dikin<ref name="Essentials of Medical Physiology" />.
 
Bi erebê an jî bi balafirê daketina ji qada bilind ber bi qada nizim, dibe sedema zêdebûna pestoya hewayê li ser rûyê derve ya perdeya guh. Ji ber zêdebûna pestoyê, perdeya guh ber bi guhê naverast diwerime ev rewş hin caran dibe sedema guhêşê, lê bi gelemperî hestê guhxitimî bi mirov ve peyda dibe<ref name="Human Physiology">Fox, Stuart Ira.Human Physiology. McGraw-Hill Education, 2016.</ref>. Coga ostakî di rewşa asayî de girtî ye, bawişk anîn, daqurtandin, an jî cutin cogê ve dike, bi vî awayê hewa hê hesantir di coga ostakî de derbasî guhê naverast dibe<ref name="Human anatomy">McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill </ref>. Li dij dengê berz, divê mirov devê xwe vekirî bihêle. An na dibe ko pestoya tekalî ya ji guhê derve ziyan bide perdeya guhê.