Guhê naverast: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Çewtiyên derbarê zayenda navdêran hat sererastkirin.
BKurteya guhartinê tine
Rêz 4:
Guh endama bihîstin û parastina hevsengiyê ye. Guhê mirov ji sê pişkên serkî pêk tê; [[guhê derve]]<ref name="KURMANCÎ3" />, guhê naverast û [[guhê navî]]. Guhê derve pêlên dengan berhev dike û ber bi guhê naverastê dişîne. Ji vîr jî ber bi guhê navî tê şandin. Li guhê navî enerjiya pêlê dengan tên veguherandin boy demareragihandin û bi navbeynkariya [[Demar|demarên]] bihîstinê ber bi beşa bihîstinê ya [[Mejî (mejiyê mezin)|tûkila mejî]] ve tê guhêztin.
 
Guhê naverast bi eslê xwe [[Kelênên laşê mirov|kelên]] e di navbera [[Perdeyaperdeya guh|perdeya]] <ref name="KURMANCÎ3" /> û lûlpeçê de. Kelêna guhê naverast bi hewa tijî ye, di nav hestiyê cênikê de cih digire<ref name="Anatomy and physiology">Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.</ref>.Li dumahika coga bihîstênê û li destpeka guhê naverast de perdeya guh heye. Ev perde, guhê derve ji guhê naverast cuda dike<ref name="Physiology">Costanzo, Linda S. Physiology. Sixth edition, Elsevier, 2018.</ref>. Guhê naverast ji hestikên bihîstinê, masûlkeyên bihîstinê û coga ostakî pêk tê.
 
== Hestîkên bihîstinê ==
Li guhê naverast sê [[Hestî|hestiyên]] pir hûrik hene. Dirêjiya her hestiyek ji santîmek kintir e. Ji van hestiyan re hestîkên bihîstinê<ref name="KURMANCÎ3" /> (bi îngilîzî:''Auditory ossicles'') tê gotin. Hestikên bihîstinê, hestiyên herî hûrik in di laşê mirov de. Hestîkên bihîstinê di navbera perdeya guh û guhê navî de mîna pirek kar dike. Hestîk ji perdeya guh, li pêy hev dirêjî kuna hêlkeyî dibin. Navê hestîkên bihîstinê çekûç, dezgeh û zengû ye. Hestîkên bihîstinê li gor şeweyî xwe hatinê navkirin<ref name="Anatomy and physiology" />.
 
Hestîkên bihîstinê hêza pêlê dengan berztir dike û ber bi guhê navî dişîne. Gava pêlên dengê li ser perdeya guh dixin, perde dilerize, lerîza perdeyê derbasî hestikê çekûç, dezgeh û zengû dibe. Tîreya perdeya guh 20 carê tîreya zengû ye. Loma pestoya li perdeya guh jî li li ser kuna hêlkeyî 20 car zêde ye. Pêlên dengê dema digihîje kuna hêlkeyî tûndiya deng 20 car zêdetir dibe<ref name="Human anatomy" />.