Guhê derve: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
BKurteya guhartinê tine
Rêz 9:
 
== Guhê derve ==
Guhê derve ji perrê guhêguh û coga bihîstinê (coga guhêguh) pêk tê. Karê serekî yê guhe derve, wergirtina dengan e.
 
=== Perrê guhêguh ===
Perrên guhêguh (bi îngilîzî: ''auricles'', ''pinnas'') pêkhateyên [[Kirkirag|kirkiragî]] ne, rûyê wan biçal û mirtik e. Kevaneyên li ser perrên guhêguh dişibe tîpa C yê, pêlên dengê yên ji hawirdorê, ber bi coga bihîstinê bi alîkariya van kevanan tê arastekirin<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology">Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,</ref>. Li pirraniya ajalên şîrder de perrên guhêguh ji aliyê [[Masûlke|masûlkeyan]] ve bi awayêk xwevîstî (bihemdê xwe) ber bi aliyê deng ve tê livandin, bi vî awayê çavkaniya deng hesantir tê nasîn. Lê masûlkêyên guhê mirov ber bi korbûnê ne, loma mirov nikare mîna [[Pisîk|pisîkek]] an jî [[Kûçik|seyek]] (kûçik) perrên guhê xwe bilivîne<ref name="Essentials of Medical Physiology">Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.</ref>.
[[Wêne:PavillonOreilleDroite ku.jpg|thumb|Guhê derve ji perrê guhêguh û coga bihîstinê pêk tê.]]
 
=== Coga bihîstinê ===
Coga bihîstinê (bi îngilîzî:''auditory canal'') ji perrê guhêguh dirêjî perdeya guhêguh dibe. Dirêjiya coga guhê (coga bihîstinê) bi qasî 2,5 cm e<ref name="Anatomy and physiology" />. Rûyê cogê bi pestê perrê guhêguh ve raxistî ye. Pestê (çerm) coga bihîstinê [[rijên]] û mûyên guhê lixwe digire. Rijên li gel [[Enzîm|enzîma]] lîzozîmê, madeyek wek şima der didin. Lîzozîm li dij bakterî û hokarên nexweşiyê [[Bergiriya giştî|bergirî]] ava dike<ref name="Anatomy and physiology">Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.</ref>. Şimaya guhêguh û mûyên guhêguh jî rê li ber hokarên nexweşiyê, toz û mêş û kêzikan digire ko nekevin nav guhê mirov.
 
=== perdeya guhêguh ===
Perdeya guhêguh, guhê derve ji guhê naverast cuda dike. Perdeya guhêguh bi şêweyî hêlkeyî ye û ber bi aliyê guhê naverastênaverast ve piçek qoqiz e. Deng û hewaya nav coga bihîstinê li ser perdya guhêguh zext dikin û perdeya guhêguh dilerizînin<ref name="Campbell">Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company</ref>.Pelên dengê perdeya guhêguh pir hindik dilerzîne wekî mînak, gava mirov bi dengek asayî dipeyive, (bi hêza dengêdeng yaa kêmzêde 60 dB) rûyê perdeya guhê bi qasî tîreya molekula hîdrojenê dilerize<ref name="Human Physiology">Fox, Stuart Ira.Human Physiology. McGraw-Hill Education, 2016.</ref>.
 
== Çavkanî ==