Demarekoendama navendî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Min pêşnumeya gotarek nû çê kir.
 
BKurteya guhartinê tine
Rêz 27:
Demax çavdariya kiryarên laşî yên rojane dike. Çêbûna raman, hest, bîranîn, huner û ji hawirdorê agahdarî bûyîna mirov, xavbûn û girjbûna masûlkeyan û livîna mirov bi destê demaxê pêk tê. Erkê sereke yê demaxê ji boy kar û xebata laş û avakirina hevsengiya navîn a laş e<ref name="Modern Biology" />. Demax ji [[demarexane]], [[xaneyên glîa]] û demarexaneyên bineretî pêk tê. Giraniya asayî ya demaxê mirovek gehiştî, bi qasî 1400 gram e û zêdetirê 100 bîlyon(mîlyar) demarexane lixwe digire<ref name="Modern Biology" />.
 
=== Mejî ===
[[Wêne:Brain_Anatomy_(Sagittal)_ku.png|thumb|Mejî pişka herî gir ê demaxê ye.]]
{{Gotara bingehîn|Mejî (mejiyê mezin)}}
Rêz 48:
Nîvên mejiyê ji aliyê hundirê ve madeyê spî lixwe digirin<ref name="Campbell" />. Madeyê spî ji tewereyên bi maylînî pêk tê. Tewerêyên bi maylînî di navbera beşên demaxê de girêdan ava dike. Tewereyên madeyê spî bi şeweyê gurzkî li ba hev dirêj dibin<ref name="VILLEE"> Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.</ref>.
 
=== Demaxê Navberê ===
{{Gotara bingehîn|Demaxê navberê}}
 
Rêz 58:
Hîpotalamus kontrola berhremkirin û derdana [[Hormon|hormonan]] dike. Loma di navbera koendama demar û koendama hormonan de navbeynkarî dike<ref name="Human biology" />. Karê esasî ya hîpotalamusê rêkxistina hevsengiya navî ya laş e. [[Ta (biyolojî)|Ta]] (germahî) ya laş, xwarin û vexwarin ji aliyê hipotalamusê ve tê rêkxistin<ref name="OpenStax, Biology"> Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,</ref>.
 
=== Qedê demax ===
[[Wêne:Qedêdemax_ku.png|thumb|Qedê demax ji demaxê navetastê, pirik û lakêşemoxê pêk tê.]]
{{Gotara bingehîn|Qedê demax}}
Rêz 64:
'''Qedê demax''' (bi îngilîzî: ''brain stem'') ji pirik, demaxê naverastê û lakêşemox pêk tê. Qedê demax [[Demax|demaxê]] bi dirkepetikê ve girê dide. Navendên xewê û hişyariyê li qedê demax in<ref name="Campbell">Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.</ref>. [[Koendama henaseyê|Henasedan]], [[Koendama herisê ya mirovan|heriskirin]], rêjeya lêdana [[Dilê mirov|dil,]] daqurtîn, pestoya [[Xwîn|xwînê]], meşîn, ji hawirdorê agahdarbûn hin ji erkên bingehîn ên laş in ko bi navbeynkariya qedê demax ve tên rêkxistin<ref name="OpenStax, Biology"> Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,</ref>.Demaxê naverastê (bi înglîzî: ''midbrain''), mejikê bi beşên jêrê laş û dirkepetikê ve girê dide<ref name="Anatomy and physiology" />. Ji boy refleksên bihîstinî û dîtinî rola demaxê naverastê girîng e<ref name="Anatomy and physiology">Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.</ref>. Pirik (bi îngilîzî:''pons'') bi gelemperî ji rîşalên demarê, ango ji madeyê spî pêk tê. Hinek ji van rîşalan di navbera herdu nîvên mejiyê de girêdanê ava dike, hinek ji rîşalên demar jî ji mejî dirêj dibin ber bi dirkepetikê<ref name="Anatomy and physiology" />. Girêdanên di navbera qedê demax û mejikê jî ji aliyê pirikê ve tê çêkirin<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology">Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,</ref>. Lakêşemox (bi îngilîzî: ''medulla oblongata''), navendên giring ên wekî navenda dilelûleyan, navenda henasedanê, navenda refleksên vereşînê, kuxikê, daqurtîne, bêhnijînê (pişkinîn) di lakeşemoxê de cih digirin û tên rêkxistin<ref name="Human biology15ed" /><ref name="Anatomy and physiology" />.
 
=== Mejîk ===
{{Gotara bingehîn|mejîk}}