Sîstema gera xwînê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
BKurteya guhartinê tine
Rêz 14:
=== Gera xwînê ya pişikan ===
[[Wêne:Illu_pulmonary_circuit_ku.jpg|thumb|250px|Bi gera xwînê ya pişikan, oksîjen û karbona dioksîda xwînê tê guhertin ]]
Ev ger, gera xwînê ya navbera dil û [[pişik]]an e. Armanca gera xwînê ya pişikan guhertina [[oksîjen]] û [[karbona dîoksîd]]a xwînê ye <ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology"/>. Wekî mînak, dilê mirov xwîna kêmoksîjenî ji zikokê rastê pompe dike, xwîn diherike nav xwînberên pişikê. Xwîna kêmoksîjenî di pişikan de, bi navbeynkariya mûlûleyên xwînê yên pişikê, bi [[dîfuzyon]]ê, karbona dioksîdê dide derve û oksîjenê digire nav xwînê. Bi vî awayê xwîna pişikan bi oksîjenê têr dibe. Xwîna têroksîjenî bi rêya xwînhênerên pişikan ve vedigere guhikaguhikê çepê ya dil<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology"/>. Ev gera xwînê, wekî gera pişikan tê binavkirin.
 
=== Gera xwînê ya sîstemî ===
[[Wêne:Sankey_diagram_human_circulatory_system_ku.svg|thumb|250px|Pêdiviya şaneyan a bi xwînê ne wek hev e.]]
Xwîn di navbera dil û hemû beşên laş de tevdigere. Dil xwînê ji zikokê çepê pompe dike, xwîn diherike nav [[şahxwînber]]ê. Şahxwînber(aort) xwînê ji dil dûr dixe. Her ku ji dil dûr dikeve, şahxwînber şax dide û xwînber û [[xwînberok]]an çê dike. Xwinberok jî hê pirtir şax dide û mûlûleyên xwînê çê dibin. Navbera xwînê û [[Şane (biyolojî)|şaneyan]] de guherîna madeyan li tora mûleya xwînê de rû dide. Xwîn ji tora mûlûleyan ber bi [[xwînhênerok]] û xwînhêneran ve diherike. Xwînhênerên jorê dil ên ji ser û mil û qirikê tên, digihîjin hev û tevî hev dibin, bi vî awayê [[xwînhênera sereke ya jorîn]] çê dibe <ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology"/>. Herwisa xwînhênerên jêrê dil jî tevî hev dibin û xwînhênera sereke ya jêrîn çê dikin. Xwînhênera sereke ya jorîn û ya jerîn xwîna nav xwe dirijînin nav guhikaguhikê rastê ya dil. Gera xwînê ya sîstemî ji zikokê çepê dest pê dike, di guhikaguhikê rastê de bi dawî dibe<ref name="Campbell">Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. ISBN 978-0-8053-6844-4</ref>. Du ger, gera pişikan û gera sîstemî ya xwînê, ji xeynî masiyan, di laşê hemû movikdaran de rû dide.
 
=== Gera xwîna masiyan ===
 
Masi tenê bi gera sîstemî, xwînê di laşên xwe de digerînin. Dilê masiyan du çavî ye, yek guhik û yek zikokêk <ref name="Campbell">Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. ISBN 978-0-8053-6844-4</ref>. Xwîna kêmoksîjenî ji zikokê ber bi [[avesihk]]an ve tê pompekirin<ref name="OpenStax, Biology"/>. Avesihk endama henese ya masiyan e. Xwîn li tora mûlûleyên avesihkê de karbona dîoksîdê dide nav avê, ji avê oksîjenê digire. Xwîna têroksîjenî ji avesihkan belavê laşê masî dibe. Di navbera xwîn û şaneyên masî de guherîna madeyan pêk tê. Xwîna têroksîjenî, oksîjena xwe dide xane û şaneyan û ji wan karbona dioksîdê hildigre û di nav xwînhêneran de dizivire guhikaguhikê dil. Ango di dilê masiyan de her tim xwîna kêmoksîjenî diherike.