Demaxê navberê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rêz 6:
 
== Talamus ==
Talamus ji du pişkên madeyê gewr pêk tê. Ev herdu pişk li jor û kêlekên kelêna sêyem de, li jêrê madeyêtenê req de cihbûyî ne<ref name="Anatomy and physiology">Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.</ref>. Hestewergir ji her aliyê laş de [[Erkê kar|demareragihandin]] werdigirin, bi navbeynkariya demarexaneyên hestê, demareragihandin tên şandin boy talamusê. Talamus ragihandinan ji hestedemarexane yên hatî digire, ragihandinan tekûz dike. Li talamusê ragihandinên(kartêkir) girîng ji yê ne girîng tên cihê kirin. Hêza (bandora) ragihandinan tên kêmkirn an jî zêdekirin. Piştî polenkirinê, talamus ragihandinan dişîne boy beşa guncav a [[tûkila mejîyê]]<ref name="Campbell" />. Wekî mînak gava mirov li cihekî qerebalix de hewla xwendina pirtûkek bike, talamus dengên derdorê parzûn dike û naşîne mejiyê, bi vî awayê mirov di nav dengê bilind a qerebalixê de dikare bala xwe bide ser xwendina pirtûkê<ref name="Human anatomy">McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill </ref>. Herwisa talamus mejiyê agahdar dike ko demareragihandin ji kîjan hestewergirê tê û bi kîjan hestê re têkiliye. Wekî mînak, talamus ji mejî re dide zanin ko demareragihandina hatî ji çavan tê, loma agahiyên dîtinî lixwe digire<ref name="Human anatomy" />. Ji bilî van karan, talamus ji mejî û ji beşên din ên demaxê agahî yên ji boy rêkxistina hest û arezûyan(tehrîk) jî digire<ref name="Campbell">Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.</ref>.
 
== Hîpotalamus ==