Demaxê navberê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Min pêşnumeya gotarek nû çê kir.
 
BKurteya guhartinê tine
Rêz 3:
'''Navberedemax''', '''demaxê navber''', '''nêwanedemax''' an jî '''demaxê navê''' ( bi îngilîzî: ''interbrain, diencephalon'') beşa demaxê yê di navbera mejî û qedê demaxê de cih bûye.
 
Navberedemax di navbera [[Mejiyê mirov|mejî]] û beşên din ên [[koendama demarê]] de girêdanan ava dike, belavkirina agahiyên ji mejî an jî ber bi mejî li vir rû dide<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology">Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,</ref>. Ango ji bilî hestahestê bêhngirtinê, agahiyên ji [[dirkepetik]] û [[demarekoendama çêwe]], pêşî li vir tên tekûzkirin û yekkirin paşê tên şandin ji boy mejî<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology" />. Beşên koendama demarê yên bi karê bêhngirtinê ve mijûl dibin awarte ne, hestewergirên bêhngirtinê û [[Demarexane|demarexaneyên]] hestahestê bêhngirtinê raste rast bi mejî ve girêdayî ne<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology" />. Talamus (lanik), hîpotalamus (jêrlanik), subtalamus, hîpofîz û epîtalamus beşên sereke ne di navberedemax de. Epîtalamus rijênê kajî ( bi îngilîzî: ''pineal gland'') lixewe digire<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology" />. Ji van beşên navberademaxê, talamus û hîpotalamus pêwendiya wan raste rast bi koendama demarê heye. Di [[demaxê mirov]] de çar kelênên piçûk heye, navê van kelênan bi îngilîzî “''ventricle''” e. Talamus û hîpotalamus li derdora kelêna sêyem( bi îngilîzî: ''third ventricle'') de cih digirin<ref name="Human biology">Mader, S. S., & Windelspecht, M. (2010). Human biology (12th ed.). New York: McGraw-Hill.</ref>.
 
== Talamus ==