Content deleted Content added
|
|
#[[Seydayê Tîrêj]], helbestvan
#[[Tîrêj (kovar)|Tîrêj]], kovar
--[[User:80.219.178.161|80.219.178.161]] 02:35, 16 Nov 2004 (UTC)''''''ŞÎNA LEYLA QASIM''''''
{{cudakirin}}
HELBESTVANÊ NEMIR: tîrêj
Serî hilde ji gorînê
temaşeke hela leyla
li ser te kurd dikin şînê
delala ber dila leyla
bi destê dijminê xwînxwar
tu hat kuştin xuha perwer
ku derdên tey giran dan ser
hemî derd û kulan leyla
te bê tirs, canfida kurdan
werîsê meşneqa wêran
wekî ristek hil û mircan
vebestî gerdenê leyla
şêrîna hem dem û yara
tu rewşa naz û dîdara
te em hiştin li şûn wara
li çol û kerbela leyla
li ser te em rengê goyînê
dirêjin hêstirê xwînê
Rijandiye li riya jînê
xwîna xwe wek gula leyla
ciwan û rind û nû giştî
tu ev zincîr û ev piştî
li ser milê me tev hiştî
di nîv top û gula leyla
bi sûnd û soz û peymanî
ko heyfa te bi ser û can bî
li nik me dê çi erzan bî
tu bawer bî bila Leyla
divê xwîna xwe birjînin
ku em heyfa te bistînin
tu car em berno danînin
ji nav dest û mila leyla
Bi tevdîra xwe Berzanî
xeta cengê ji mer danî
Me bawerya xwe pê anî
Çi gel û komela Leyla
Me al hildaye ber jorê
Bi darê kotek û zorê
Di gel te ko neçî gorê
Bi hesret û bela Leyla
Emê tabûtkê peyda kin
Ala rengîn bi ser dakin
Di ber dijmin re derbaskin
Di gel şêx û mela leyla
Tu xweş fexre ji kurda re
Bi kerwanê şehîda re
Dilê min tim bi heware
Ji rengê bilbila Leyla
Bi wê bejnê bi wê qamê
dema bighêje hendamê
Silav bikxas û wê amê
Şehîd û goriya Leyla
Bi wî rengî bi wê xwînê
Li tenişta şêx seîd rûnê
Tu gurzêd misk û beybûnê
Bidî ber wan, cilla Leyla
Digel Qazî Mihmed bî
Li nek Seyfî,Siyamed bî
Li cem Extî û Mehmet bî
Di rêza şêrgela Leyla
Ji derya hiş duran bînim
Bi zîv û zêr bineqişînim
Li kêla ber serîdeynim
Dîrok û cedwela Leyla
Bi te r yezdan dilovan bî
Bi dîdara xwe perwan bî
Te wargeh baxê Rîdwan bî
Di nîv Sorgula Leyla
Heya saxim ezê bêjim
Li ser we mest û hem gêj im
Bi xweş xwanê xwe Tîrêj im
Ku la hewle wela Leyla
|