Wîkîpediya:Dîwan (tevlîhev): Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Jiju (gotûbêj | beşdarî)
Jiju (gotûbêj | beşdarî)
Rêz 73:
Piştî xwendina hemû nêrînên wîkîvanên delal, min got qey mesela li wir "Notability (Kayda degerlik)" a gotarekî ye û ev prensîb divê her tim bê sepandin. Lê piştre min dît ku mesele qet ne ev e, binpêkirina taybetmendiya beralîkirinê ye, bi min rasterast gemarkirina Wîkîpediyayê ye!
 
Hevalê {{Ragihandin|Xwedêda}} rabûye gotara "Melayê Cizirî (pirtûk)" ber bi gotara "Ço"yê ve alî kiriye bi navê '''Wîkîpediya Kurdî nekin gemarxane'''! Ev ne gemarîkirin be, tu tiştên din nakeve naveroka gemarîkirinê! Em ji bo avakirina gotarên rast û pêbawer dixebitin, heta çi ji destên me hat! Lê bi kirinên navborî him rastiyê û him jî pêbaweriyê hatinebin binpêkirinpê kiriye! Çi pêwendî di nav wê pirtûkê û wê Ço-yê heye? Yekî ket Wîkîpediyayê û xwest "Melayê Cizirî (pirtûk)"ê bixwîne lê tew lê dinêre, malper wê dibe ser gotara Çoyê! Ka rastî li ku, pêbawerî li ku? Ya ew paqijî û gemarî li ku?
 
Heke gotarek derensîklopedîk hebe, prosedur li ortê ye: ya tu yê hişyariyê bo vî tiştî dînî ser rûpelê, ya tu yê gotûbêjek biafirîne û sebebên xwe îzah bike û serî li nêrînên wîkîvanên din bidî yan jî heke bi rastî jî gotareke nebaş be, tu yê rabî jê bibî lê dîsa bi sebebek esnîklopedîk! Li vir, divê em ji bîr nekin ku em her tim û yekser bi prensîbên Wîkîpediyayê tev bidin, ne bi yên xwe!