Wîkîpediya:Dîwan (tevlîhev): Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Thothr (gotûbêj | beşdarî)
Jiju (gotûbêj | beşdarî)
Rêz 64:
 
:::::::::::: {{Ragihandin|Ghybu}} Min rûpelêk Twitterê vekîr li ser wê ez reklamên xwe bikim.Tenê ne Tirkîya de Iraqê de Kurd hene. Kurdên diaspora jî bîr nekin..Ezê berandama rêvebertîye bikim ji bo ku wîkîpediya din re jî ez çalak bim û dixwazîm ku bi hevre komekî wîkîmedia em ava bikin.Ezê her roj destpêk ê serast bikim û ez hêvîdarim ew hewl me hemûya re bibe mînak.Lewma alîkarîya we jî gelek girîng e ji bo min. [[Bikarhêner:Ezdînşêr Bêkendî|Ezdînşêr Bêkendî]] ([[Gotûbêja bikarhêner:Ezdînşêr Bêkendî|gotûbêj]]) 10:52, 21 adar 2020 (UTC)
 
== Li ser tevgêrên "Beralîkirin"an (an jî Melayê Ço!) ==
 
{{ragihandin|Balyozxane|Ghybu|MikaelF|Mohajeer|Gomada}}, {{ragihandin|Pispor|Bikarhêner|Bargiranewe|Xwedêda}} Hevalên hêja, Newroza we ya hemûyan pîroz be û Xwedê bike ku hûn bi neviyên xwe tev de gelek Newrozan bibînin.
[[Wêne:Melayêço.png|thumb|right|Ka naveroka Ço û Melayê Cizirî (pirtûk) yek e? Ev gemarkirina Wîkiyê ye!]]
Di [[Gotûbêj:Melayê_Cizirî_(pirtûk)|vê gotûbejê]] de tiştekî ecêb der hatiye û hevalin bala we kişandiye lê ji ber ku ditirsim kirinên navborî mîna vîrûsa coronayê berfireh bibe, min xwest wê gotûbêjê bînim vir û bala we hamûyan bikişînim ser wê.
 
Piştî xwendina hemû nêrînên wîkîvanên delal, min got qey mesela li wir "Notability (Kayda degerlik)" a gotarekî ye û ev prensîb divê her tim bê sepandin. Lê piştre min dît ku mesele qet ne ev e, binpêkirina taybetmendiya beralîkirinê ye, bi min rasterast gemarkirina Wîkîpediyayê ye!
 
Hevalê {{Ragihandin|Xwedêda}} rabûye gotara "Melayê Cizirî (pirtûk)" ber bi gotara "Ço"yê ve alî kiriye bi navê '''Wîkîpediya Kurdî nekin gemarxane'''! Ev ne gemarîkirin be, tu tiştên din nakeve naveroka gemarîkirinê! Em ji bo avakirina gotarên rast û pêbawer dixebitin, heta çi ji destên me hat! Lê bi kirinên navborî him rastiyê û him jî pêbaweriyê hatine binpêkirin! Çi pêwendî di nav wê pirtûkê û wê Ço-yê heye? Yekî ket Wîkîpediyayê û xwest "Melayê Cizirî (pirtûk)"ê bixwîne lê tew lê dinêre, malper wê dibe ser gotara Çoyê! Ka rastî li ku, pêbawerî li ku? Ya ew paqijî û gemarî li ku?
 
Heke gotarek derensîklopedîk hebe, prosedur li ortê ye: ya tu yê hişyariyê bo vî tiştî dînî ser rûpelê, ya tu yê gotûbêjek biafirîne û sebebên xwe îzah bike û serî li nêrînên wîkîvanên din bidî yan jî heke bi rastî jî gotareke nebaş be, tu yê rabî jê bibî lê dîsa bi sebebek esnîklopedîk! Li vir, divê em ji bîr nekin ku em her tim û yekser bi prensîbên Wîkîpediyayê tev bidin, ne bi yên xwe!
 
Niha bikarhêner Xwedêda çima beralîkirinek wiha derensîklopedîk kiriye? Sebaba herî mezin a beralîkirinê ev e: Du sernav lê yek naverok hebe! Wekî Dîyarbekir û Amed. Ka naveroka Ço û Melayê Cizirî (pirtûk) yek e? Heke bi navê Melayê Ço tiştek heye û nizanibim, li qisûra min mêze nekin!
 
Ji kerema xwe '''Wîkîpediya Kurdî nekin gemarxane'''! Heke pir lazim be, rûpelên bikarhêneran ji bo vê heye, herin têra xwe henekên xwe bikin lê gotar ne cihê wê ye. Hevalên xwedî heq jî divê yekser vê xeletiyê bidin rawestandin da ku nebe mînak!--[[Bikarhêner:Jiju|Jiju]] ([[Gotûbêja bikarhêner:Jiju|gotûbêj]]) 20:02, 21 adar 2020 (UTC)