Fyodor Dostoyevskî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Jiju (gotûbêj | beşdarî)
Jiju (gotûbêj | beşdarî)
Rêz 63:
 
==== Evîndariya duyem====
Evîneke nû bi Dostoyevskî ve xuya dibe. Bi navê Appolinarya Suslovayê keçeke ciwan û xwendekar, li Petersburgê şevekê beşdarî civînekê dibe ku li wir Dostoyevskî çêlî bîranînên xwe yên zîndanê dike. Li wir xwîna Suslovayê li Dostoyevskî dikele, dilê wê dikeve vî mêrikê ku bîst salan jê mezintir û pêwendiyên wan germ dibe. Lê gelek nabihure dilsarî li Suslovayê peyda dibe. Bi hev re biryara dûrgeşteke Ewrûpayê digirin. Lê Dostoyevskî di wê wexta diyarkirî de nikane bi Suslovayê re biçe. Dema ku Dostoyevskî tê Parîsê, Suslova pê dide zanîn ku ew dildarê yekî Amerîkalatînî bûye. Dostoyevskî gelekî ji Suslovayê hez dike û evîndarê wê bûye. Li ber wê digere ku ew ji nû ve pêwendiyên xwe xweş bikin. Lê Suslova her tim neheqiyê lê dike û wî piçûk dixîne. Û Dostoyevskî hîn jî evîndarê wê ye. Dostoyevskî dûre vê keçikê bi navê Polînayê di berhema xwe ya '''Qumarbaz''' (1866) de, bi navê Nastasîya Flîppovnayê di '''Îdîot''' (1869) de û bi navê Grûşenkayê jî di '''Birayên Karamazov''' (1879-80) de dide xuyakirinê<ref name=":0" /><ref name=":5" />.
 
==== Zewaca duyem û mirin====