Fyodor Dostoyevskî: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
→Nivîskarî: Çavkanî |
→Nivîskarî: Çavkanî |
||
Rêz 25:
== Jînenîgarî ==
Fyodor Dostoyevskî di 30ê payîza paşîna sala 1821an de li [[Moskow]]ê ji dayîk dibe. Di vê demê de bavê wî li vir di nexweşxaneya hejaran de bijîşk e.<ref name=":0">Kjetsaa, Geir (1989). [https://books.google.com.ua/books/about/Fyodor_Dostoyevsky.html?id=2lzWAAAAMAAJ&redir_esc=y ''Fyodor Dostoyevsky: A Writer's Life''.] Fawcett Columbine. ISBN <bdi>978-0-449-903346</bdi>.</ref> Li hêleke hewşa vê nexweşxaneyê xaniyekî biçûk ji bo malbata Dostoyevskiyan amade dibe<ref>Bloom, Harold (2004). ''[https://books.google.com.ua/books?id=1C1K-BnFGFIC&redir_esc=y Fyodor Dostoevsky]''. Infobase Publishing. ISBN <bdi>978-0-7910-8117-4</bdi>.</ref>. Dostoyevskî ji xwe mezintir birayekî xwe î bi navê Mîxayîl heye û wek xwişk û birayên malê, heft kes in<ref>Terras, Victor (1985). ''[https://books.google.com.ua/books?id=VjKh2gkCudAC&pg=PA102&redir_esc=y Handbook of Russian Literature]''. Yale University Press. p. 102. ISBN <bdi>978-0-300-04868-1</bdi>.</ref>. Dayika Dostoyevskî ji malbateke dewlemend e, biaqil, dilovan û xwînşêrîn e. Lê bavê wî merivekî hişk, çikûs û bi cireke nexweş e<ref name=":1">Mochulsky, Konstantin (1967) [1967]. ''[https://books.google.com.ua/books?id=mDKphT8_XLsC&redir_esc=y Dostoevsky: His Life and Work]''. Minihan, Michael A. (translator). Princeton University Press. ISBN <bdi>978-0-691-01299-5</bdi>.</ref>. Di malê de her tiştî bi ya xwe dike û daxwaza dilê wî her li ser wê yekê ye ku bibe zengînekî malmezin û xwediyê erd û wargehan. Heta derekê vê daxwaza xwe bi cih tîne û li rojhilata Moskowê, tev du gundan bi qasî du sed koleyan bi dest xwe dixîne<ref name=":0" />. Bi alîkariya vê hebûna bavê xwe Dostoyevskî di duwanzdeh saliya xwe de dest bi xwendingeha dewletê dike û piştî wê jî li [[Petersburg|Petersburg]]ê dest bi xwendingeha avahîzaniya leşkerî dike.
=== Nivîskarî ===
Hîn di vê dema xwendekariyê de bala wî li ser wêjeyê ye. Ji hevalên xwe bêhtir, nêzîkiya wî û pirtûkan bi hevdu heye. Şevên nîvê şevan ji nav nivînên xwe radibe, xwe vedikişîne xwaringeha xwendingehê, dixwîne an jî dinivisîne. Ji [[romantîzm]]ê heta [[realîzm]]ê baş têdigêhîje; Balzac, George San, Hugo, Pûşkîn, Gogol, Dickens dixwîne û nas dike<ref name=":0" /><ref name=":2">Frank, Joseph (1979) [1976]. ''[https://books.google.com.ua/books?id=pDEAXltygUIC&redir_esc=y Dostoevsky: The Seeds of Revolt, 1821–1849]''. Princeton University Press. ISBN <bdi>978-0-691-01355-8</bdi>.</ref>. Niviskarî, hîn di wê demê de bi wî ve xuya dibe. Lê di wan nêzîkan de dayika Dostoyevskî di çel saliya xwe de ji ber [[Tuberkuloz|tuberkulozê]] dimire (1837)<ref name=":0" />. Piştî vê yekê bavê wî vedigere ser wargehên xwe û zû di bin ve dibe, bi ser nakeve. Her wiha xwe dide ber vexwarinê, dest davêje jinên koleyên xwe, zordariyê li wan dike û heta ku di sala 1839an de ji hêla koleyên xwe ve tê kuştin. Mirov baş tênagêhîje bê ev kuştina bavê wî çi bandorê li Dostoyevskî dike, lê bêguman şop û pirêzên van tevgerên bavê wî di berhemên wî de xuya dikin<ref>Lantz, Kenneth A. (2004). ''[https://books.google.com.ua/books?id=XfDOcmJisn0C&redir_esc=y The Dostoevsky Encyclopedia]''. Greenwood Publishing Group. ISBN <bdi>978-0-313-30384-5</bdi>.</ref>.
=== Salên destpêkê ===
Di sala 1843an de xwendingehê xelas dike û dibe efser. Weke avahîzanekî leşkerî heta salekî kar dike, dûre dev jê berdide û dikeve pey xeyalên ramanên xwe<ref name=":2" />. Di binê şevsipiyên havîna Petersburgê de
[[Wêne:Poor Folk-1.png|çep|thumb|Berga ''Merivên Reben'']]
Hîn di dema xwendekariya xwe de li ser romana xwe ya pêşîn dixebite. Piştî ku ji kar vediqete jî car bi car wê dinivisîne û dinêre ku her car jî xweşiktir dibe. Di rojeke bihara paşîna sala 1845an de '''Merivên Reben''' jê derdixe. Destnivisa wê ji hevalekî xwe yê kevn û efser î bi navê Grîgorovîç re dixwîne. Ev berhema pir bi Grîgorovîç xweş tê, wê şevê destnivisê digire û diçe li ba Nekrasov. Ew û Nekrasov dor bi dor ji hev re bi deng dixwînin û di xwendina rûpela dawîn de hêsir bi çavên herduyan jî dikeve. Berê xwe didine mala Dostoyevskî, wî ji xew radikin, Nekrasov wî hemêz dike, pîrozbayî û serketinê lê dike. Ev yeka bandoreke wiha li Nekrasov dike ku ji vê dilpekiya xwe destnivisa Merivên Reben digire û rasterast berê xwe dide ba rexnegirê wê demê Belînskî. Belînskî dixwine û ji bandora Merivên Reben nafilite. «Gogolekî nû bi ruyê Rûsyayê dikeve.» dibêje û dixwaze tavilê Dostoyevskî bibîne. Lê Belînskî bi pesn û dostaniya xwe, şermokiya Dostoyevskî ji ser radike û Dostoyevskî wê şevê bi sermestî û dilekî xweş vedigere malê. Li rojnivîska xwe dinivisîne ku ji bextiyartirîn demên jiyana wî yek jî ev dema ha bûye.
Belînskî û kesên li dor ateîzma wi, kêfxweş dibin ku ji bo tekoşîna wan hevalekî din peyda bû<ref name=":2" />. Lê dûre bi derketina berhema wî ya Wekhev (1846) dide xuyakirin ku
=== Sîyaset û girtina wî ===
Dûre Dostoyevskî ji kesên dor Belînskî vediqete û beşdarî koma Petraşevskiyê utopîst dibe<ref>Mochulsky, Konstantin (1967) [1967]. ''[https://books.google.com.ua/books?id=pDEAXltygUIC&redir_esc=y Dostoevsky: His Life and Work]''. Minihan, Michael A. (translator). Princeton University Press. ISBN <bdi>978-0-691-01299-5</bdi>.</ref>. Di bin bandora utopîstên fransî û bi taybetî jî ya Fourîr de ye. Her rojên îniyan komeke xort li mala xwe dicivîne ser hev, ji bilî xwendina niviskarên edebî û felsefî, desthilatiya Rûsyayê, sansura çapemeniyê, rewşa xelkê û li ser nûkirina van hemû tiştan tê peyivîn. Peyivînên di van civînan de ji daxwazên xeyalî zêdetir naçe. Ji beşdaran gelekî wan bi awakî naşî û zarokane ji reformên pratîk bêtir, daxwaza bihuştekê dikin ku li Rûsyayê ava bikin. Haya dezgehên polîsên wê demê jî ji vê yekê heye. Ji ber ku ew vê aksiyonê ji xwe re xeteriyeke mezin nabînin, dengê xwe nakin. Lê dîsa jî sîxurekî xwe î bi navê Antonellî dişînin beşdariya van civînan ku raporan berhev bike. Edî Antonellî jî mîna ku yekî ji wan be, di van civînan de carina pêşniyarên reformên pêwîst dike<ref name=":1" /><ref name=":2" /><ref name=":0" />.
[[Wêne:Museum-apartment of F. M. Dostoyevsky.jpg|thumb|302x302px|Muzexaneya Dostoyevskiyî]]
Dostoyevskî dinêre ku Petraşevskî mirovek zimandirêj û devsistekî bêkêr e. Ji beşdarên van civînan hevalekî wan î bi navê Speşrov heye ku Dostoyevskî pir bawerî pê heye. Lewra kuştin, mirin û serhildan çavên Speşrov natirsîne û bi her awayî şoreşgerekî dilpêt û dilsoz e. Dostoyevskî pêşniyazê wî dike ku ji pênc şeş dilêrên dilsoz komek biçûk û bi dizî ava bikin ku tew bila haya Petraşevskî û kesên din jî jê nebe. Lê pêre nagêhînin<ref name=":0" />.
Antonellîyê sîxur bi polîsên Çarê wê demê Nîkola I. dide zanîn ku Dostoyevskî di bihara navîna 1849an de nama Belînskî, nameya qedexekirî di civînê de xwendiye<ref>Belinsky, Vissarion (1847). [http://academic.shu.edu/russianhistory/index.php/Vissarion_Belinsky,_Letter_to_Gogol Letter to Gogol]. ''Documents in Russian History'', Seton Hall University. Retrieved 27 December 2017.</ref>. Nameya ku Belînskî di wextekê de ji [[Gogol]] re şandiye û tê de rexnên giran lê kiriye ku çima Çar, dêr û koledarî diparêze. Ya rastî, dîtinên Dostoyevskî ne bi rexnên Belînskî re ne. Tenê li ser beşa koledariyê dîtinên wî û Belînskî li hev dikin. Piştî xwendina vê nameyê rapora ku li ser vê kom û xebatên wê berhev dibe, ji Çar Nîkola I. re tê şandinê. Bi fermana [[Nîkola I.]] di 23ê bihara navîna 1849an de, tev Dostoyevskî 33 endamên vê komê têne girtin û hemûyan dişînin kela PeterPaulê. Safîkirina karê vê komê heşt mehan dikêşe. Di bin vê çavdêriya polîsên Çar Nîkola I. de ji bo xelasiya hevalên xwe çi ji destê Dostoyevskî tê, ew dike. Tiştê ku Dostoyevskî pê sûcdar dibe ev e ku: «Rexne li sazgehên dewletê kiriye, li hemberî sansur û koledariyê rabestiye, di civînekê de nameya Belînskî xwendiye.»<ref name=":0" /><ref name=":2" />
▲tabûtên li jêra qadê nîşanî wî dide. Li ser vê yekê hemû girtî jî bawer in ku ev biryara mirina wan rast e û ew ê werine îdamkirinê. Nayê ser hişê kesekî ku dêr û metran jî beşdarî komediyeke weha bibin. Kirasên îdamê li hemû girtiyan dibe, çavên sê kesên pêşîn têne girêdan û bi berepaşî bi singan ve têne şidandin. Leşkerên çekdar li pêş wan cih digirin, lûlên tivingên xwe ber bi wan dirêj dikin û li bendî fermana gulebaranê ne. Ev gav û ev bergeha, bandoreke wusa li Dostoyevskî dike ku heta dawiya jiyana wî jî ew ê her bi wî re bijî û di berhemên wî de werine hûnandin. Lê gulebaranî nabe. Piştî gavekê efserekî fermanê dismalê dileqîne û tê dide zanîn ku Çar Nîkola I. ev girtiyên ha ji mirinê bexişandine û ceza wan daxistiye cezaya karê zorê. Ev jî metodeke çavtirsandinê ye ku bi daxwaza Çar li dar ketiye. Çi dibe bila bibe, lê Dostoyevskî piştî bîst salan ji jina xwe re çêlî bextiyarbûna xwe ya vê gavê dike. Gelek hevalên wî di vê rewşê de xemgîn dikevin û jê yek jî dîn dibe.
=== Sirgûnî li Omskê ===
|