Fyodor Dostoyevskî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Jiju (gotûbêj | beşdarî)
Jiju (gotûbêj | beşdarî)
Rêz 25:
 
== Jînenîgarî ==
Fyodor Dostoyevskî di 30ê payîza paşîna sala 1821an de li [[Moskow]]ê ji dayîk dibe. Di vê demê de bavê wî li vir di nexweşxaneya hejaran de bijîşk e.<ref name=":0">Kjetsaa, Geir (1989). [https://books.google.com.ua/books/about/Fyodor_Dostoyevsky.html?id=2lzWAAAAMAAJ&redir_esc=y ''Fyodor Dostoyevsky: A Writer's Life''.] Fawcett Columbine. ISBN <bdi>978-0-449-903346</bdi>.</ref> Li hêleke hewşa vê nexweşxaneyê xaniyekî biçûk ji bo malbata Dostoyevskiyan amade dibe<ref>Bloom, Harold (2004). ''[https://books.google.com.ua/books?id=1C1K-BnFGFIC&redir_esc=y Fyodor Dostoevsky]''. Infobase Publishing. ISBN <bdi>978-0-7910-8117-4</bdi>.</ref>. Dostoyevskî ji xwe mezintir birayekî xwe î bi navê Mîxayîl heye û wek xwişk û birayên malê, heft kes in<ref>Terras, Victor (1985). ''[https://books.google.com.ua/books?id=VjKh2gkCudAC&pg=PA102&redir_esc=y Handbook of Russian Literature]''. Yale University Press. p. 102. ISBN <bdi>978-0-300-04868-1</bdi>.</ref>. Dayika Dostoyevskî ji malbateke dewlemend e, biaqil, dilovan û xwînşêrîn e. Lê bavê wî merivekî hişk, çikûs û bi cireke nexweş e<ref>Mochulsky, Konstantin (1967) [1967]. ''[https://books.google.com.ua/books?id=mDKphT8_XLsC&redir_esc=y Dostoevsky: His Life and Work]''. Minihan, Michael A. (translator). Princeton University Press. ISBN <bdi>978-0-691-01299-5</bdi>.</ref>. Di malê de her tiştî bi ya xwe dike û daxwaza dilê wî her li ser wê yekê ye ku bibe zengînekî malmezin û xwediyê erd û wargehan. Heta derekê vê daxwaza xwe bi cih tîne û li rojhilata Moskowê, tev du gundan bi qasî du sed koleyan bi dest xwe dixîne<ref name=":0" />. Bi alîkariya vê hebûna bavê xwe Dostoyevskî di duwanzdeh saliya xwe de dest bi xwendingeha dewletê dike û piştî wê jî li [[Petersburg|Petersburg]]ê dest bi xwendingeha avahîzaniya leşkerî dike.
 
=== Nivîskarî ===