Dînên îbrahîmî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rokarali (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina sepana mobîl Guhartina sepana iOSê
Rêz 2:
[[Wêne:Abraham Dharma.png|thumb|right|300px|Cihên pembe hemî li ser dinê îbrahìmî ne]]
 
'''Dînên îbrahîmî''' (Bi [[Zimanê îngilîzî|îngilîzî]] ''Abrahamic Religions'') têgeheke ji wan dînên ku tê de Îbrahîm wek kesek giring tê baskirin. Ji hemûyan bi diyartir ev têgeh ji dînên [[cihûtî]], [[xiristiyan]]tî û [[îslam]]ê re tê gotin. Dîneke din ya Îbrahîmî dînê Beha'yetê ye. Baweriya Beha'yetê di sedsala nozde an de geşekir li vê erdnîgariya niha jêre dibêjin [[Îran]].
Herçend ev dînên hanî ji aliyê bîr û baweran ve bi temanî ji hev cudane lê di gelek aliyên giring de hevrêne mîna wê bingeha sirûştî ya ku ew hemû yek xwedayî di perêsin û hevrêne ku pêdivîye mirov bi tenê kirnoşê ji bû yek xwedayî bibe. Peyva Îbrahîmî di koka xwe de vedigere ji bo Îbrahîm pêximber, ku gelek rêzdare di dînên Cihûtî, Xiristiyantî û Îslamê de.
 
==Cihûtî==
 
Cihûtî dînekî Îbrahîmî ê takxwedayî ye ku bawerî bi hebona yek xwedayî heye. Ev dîn pitir dihê nasîn bi dînê ''Diwazde Êlan'' helbet ev ramana diwazde êlên [[Îsraêl]]yan ji xwe dide. Cihûyan bawerî bi pirtûkên [[Tewrat]], Tenax û Tilmûd heye ku hersê dihên nasîn bi [[Peymana Kevin]] a ''Pirtûka Pîroz''.
Yek ji pêximberên herî giring ên Cihûyan Musa ye.
 
==Xiristiyantî==
 
Yek ji dînên takxwedayî ên Îbrahîmî ye. Yesû'h yan Îsayê Mesîh têde sereketirîn kesayetiye. Xiristiyantî bi dînê herî xwedî Dûketî û bawerdar dihê zanîn ku dibin 2.3 milyar mirov. Wan bawerî bi pirtûka Cihûyan Peymana Kevin heye. Bi gelemperî wan bawerî bi [[Încîl]] yan bi navekî din [[Peyama Nû]] heye û wê pîroz dibînin ku komeka vegêran û nivîsandina ye behsa jiyana Yusû'h yan Îsa dike. Peymana Nû yan Încîl ji çar beşan pêkdihê ku Metta, Merqos, Loqa û Yuhenna ne.
 
==Îslam==
 
Îslam dînekî takxwedayî ye. Bi dû Xiristiyanetiyê de di rêza duyem de tê ji bû rêja dûketî û bawerdaran. Ji kesekê ku bawerî bi Îslamî hebe [[Misilman]] Dihê gotin.
Misilmanan bawerî bi wê yekê heye ku [[Muhemmed]] pêximberê dawî ê xweda [[Ellah]] e. Herwiha wan bawerî bi roja [[Qiyamet|dawiyê]] û [[Firîşte]]yan heye. Misilman [[Quran|Quran]]ê bi axaftina xwedê û hinartiya wî dizanin ji bû Muhemmed. Quran jêdera yekem paşî kiryar û gotinên Muhemmed ku pê dibêjin [[Sinet]] jêdera duyem a şerîeta Îslamê ne.
 
== Çavkanî ==