Komara Kurdistanê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rêz 211:
 
==Têkiliyên Kurd û Azeriyan==
Bingeh û tirsa di navbera van herdu neteweyan de digehe [[şerê cîhanî yê yekem]]. Piştî şerê cîhanî yê yekem [[Peymana Sevrê]] dewletên Ewropayî dixwastin Dewleta Kurdistanê û Ermenîstanê ava bibe li nav axa Osmanîyan. Lêkolîner Robert Olson dibêje ku dewletên rojavayî dixwastin dewletên kurd û ermenan bikin herêmeke tampon di navbera gelên nijad-turan re<ref>KürtMeselesi ve Türkiye-iran İlişkileri, Robert Olson,r:24</ref>. Bi taybetî dixwastin tamponek hebe di navbera tirkan û ecemên Îranê de.
 
Di vî wextî de têkiliyên Kurd û Eceman, Kurd û Tirkiyê, Tirkiye û Eceman balê dikşîne. Tirkiye ji ber tirsa pirsgirêka xwe ya Kurd û gefên Rûsî ku dixwastin li bakur-rojhilatê tirkiyê, hindek parçeya Gurcistanê, hindek jî parçeyên Ermenistanê ye, nedixwast bi aşkerayî alikarî an jî desteka Ecemên Îranê bike. Hikûmeta Azerbaycanê bi alikariya Azerbaycana Sovyetan gelek axa Kurdistana Îranê dagir kiriye. Serokê mîsyona Azerbaycana Sovyetê M.C. Baxirov jî dixwast Kurdistanekê di nav Azerbaycana Îranê de ava bikin lê xuya bû ku plana Sovyetan ew bû ku Kurdistaneke xweser wek Azerbaycanê ava bikin. Di raportekê de ku ji Tebrîzê bo M.C. Baxirov re hatiye şandin wiha dibêje:
{{jêgirtin|Têkiliyên Azerbaycaniyan û Kurdan li derdorên Urmiyê û Nexede xerabtir dibin. Hindek serokên Kurdan li nexede ku nifûsa wê %70 Tirk in, hetta ji ber çendek Kurdan li Urmiye dixwazin hikûmeta xwe ava bikin. Bi dûçûna agahiyên dawî, komên girêdayî serokeşîrên Kurd Nuru Beg û Zero Beg li Urmiyê givaşê li ser gel zêde dikin ku beşdarî Partiya Demokrata Kurdistanê bibin. Her çend serokên Kurd sloganên Azadiya Kurdan, Kurdistana Mezinbikarbînin jî piştgirên tund yên feodalîzmê ne. |çavkanî =Cemil Hasanlı, ''Soğuk Savaşın İlk Çatışması İran Azerbaycanı'', r. 275}}