Komara Kurdistanê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rêz 43:
== Berî Avabûnê ==
Piştî encamdana serhildanên [[Serhildana Şêx Ubeydelayê Nehrî|Şêx Ubeydelayê Nehrî]] û [[Serhildana Simkoyê Şikak|Simkoyê Şikak]], di nava Kurdên Rojhilat de kêmasiya zana û rewşenbîran dihate niqaşkirin. [[Seyîd Huseyîn Huznî Mukriyanî]] ku ji Mahabadê ye, bi rêya zanayê Îranî [[Ahmed Kesrewî Tebrîzî]] tevgera Naziyan û fikra Naziyan ya di derbarê yekitiya nijadê aryanan de xwend û hinekî xwe nêzîk jî dît bo vê îdeolojiyê. Li sala 1937an de Mukriyanî bi rêya komeleya Dengê Kurdan ku wî avakiriye, kovara Şûle derxist. Di vê kovarê de di nivîsareke xwe de behsê netewê Kurd dike ku Kurd jî ji qewmên Aryanin û divê wek Almanan Kurd jî împeretorıya xwe ava bikin. Fikrên Mukriyanî di navbera rewşenbîrên Kurdên rojhilat de her dihatin niqaş kirin û tesîra xwe jî li rewşenbîran kir<ref>B.P. Logashev, Turkmeni Irana , Moskva; İzdatelstvo Vostoçnoy Literaturi ,1976, r96 </ref>. <ref>İran'da etnopolitik hareketler, Gülara Yenisey, r131</ref>.
 
Sepanên Reza Şah li Rojhilata Kurdistanê nerazîbûnên mezin li navbera kurdan de peyda dikir. Ji bo modernîzekirina Îranê gelek serokeşîrên deverê ji welêt hatin dûrxistin. Ji bo modernîzekirina Îranê cilûbergên kurdî qedexe kirin. Sepanên wiha nerazîbûnên mezin li navbera serokeşîr û kesayetên kurd peyda kirin. Ev jî bû sedema dijberiya Reza Şah. Seyîd Tahayê nevîyê [[Şêx Ubeydela]] zindanî kiribû û li wir mir. Gelek serokeşîrên Bextîyarîyan û Loran jî darve kiribûn.
 
Li van salan İngilîzan başûrê Kurdistanê, Sovyetan jî bakurê Kurdistanê dagir kiribûn. Navenda kurdistanê jî bi taybetî herêma mukrîyan di bin desthilata kurdan de bû.
 
Li sala 1941ê de Şahê Îranê [[Riza Şah]] bi derbeyekê ket. Di vî wextî de li her derê Îranê di bin kaosê da ye. Şûna Riza Şah, kurê wî Muhemmed Riza Şah dibe desthilat. Di vî wextî de serokeşîr û serkêşên Kurdan yên li sirgûnê dizivirin welêt û li herêmên xwe û herêmên li eşîrên wan lê dikirin bin destê xwe û berpirsiyar û karmendên Şahê Îranê ji herêmên derdixistin. Heta li wê demê li derdora Urmiyê gelek tesîran van eşîran çêbû ku gelek kar û xebatên nebaş dikirin. Wê demê wekî her derê Îranê li Kurdistanê jî kaoseke mezintir hebû<ref>B.P. Logashev, Turkmeni Irana , Moskva; İzdatelstvo Vostoçnoy Literaturi ,1976, r248 </ref>. Li Mehabadê ji aliyê hindek rewşenbîrên Kurd ve [[Komeley Jiyanewey Kurdistan]] hate ava kirin. Vê komeleyê nêzîkî 3 sala xebatên xwe nepenî kirin. Her wisa li Mehabadê dagirkirina Sovyetan hebû. Leşkerên Îranê çekênxwe berdan û hemû vegerîn bajarên xwe. Piştî paqijkirina hêzên çekdarî li [[Mukriyan]]ê, wek çekdarî tenê hêzên eşîrî man. Li herêma [[Seqiz]] û [[Bane]] serokeşîrê Begzadeyan Heme Reşîd Xan bû fermanrewayê herêmê. Bajarê Serdeştê ket bin destê kurê Şêx Mehmûd Berzencî, Şêx Letîf. Li Mehabadê jî hemû barê bajar ket ser milê Qazî Mihemed û brayê wî Ebulqasim Sedir Qazî. Qazî Mihemed ji bo ku eşîr Mehabadê dagir nekin, li gel serokeşîrên din hevdîtin pêkanî û biryarên hevpar dan ku zererê nadin hevdu <ref>Jiyan û Têkoşîna Pêşewa Qazî Muhamed-Seîd Hûmayûn,r:40</ref>.