Soricik: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
BKurteya guhartinê tine
Rêz 7:
== Soriçik û nexweşiya dilekizê ==
 
Li kotahiya soriçikê û navbera devê gedeyê de komek masûlkeyên bazinî yên givêşker heye. Ev masûlke wekî mîna derîçeyek kar dikin. Pêkhateya van masûlkeyan wekî [[givêşkguşer]](givêşk) (bi îngilîzî:sphincter) bi nav dibe. Gava xurek ji dev ber bi gedeyê tê guheztin givêşkguşer xav in (sist in), lê dema hemû xurek ket nav gedeyê û soriçik vala ma, êdî masûlkeyên givêşkêguşerê girj dibin. Bi girjbûna masûlkeyan, givêşkguşer tê guvaştin û kotahiya boriya sorsorikê dixitime. Bi vî awayê rê li ber paşherika xurekan a ji gedeyê ber bi soriçikê ve tê girtin<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology">OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013
[https://openstax.org/details/books/anatomy-and-physiology]</ref> . Ji xeynî dema verişînê, divê tu car xurek ji gedeyê ber bi soriçikê neherike. Hin caran dibe ku givêşkguşer sist bimînê an jî girjbûna wan lawaz be, di rewşek wisa de, xurek ji gedeyê ber bi soriçikê paşdiherike. Xurek û şilemeniya nav gedeyê, ji ber derdana asîda gedeyê, gelek asîdî ne [[Nirxa pH|pH]] a gedeyê derdora 1,5-3,5 e, lê pH a dev, gewrî û soriçikê li derdora 7 e (nêtar e)<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology">OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013
[https://openstax.org/details/books/anatomy-and-physiology]</ref> . Heke xurek û şilemenî ji gedeyê derkeve û ber bi soriçikê ve biherike, şaneya dîwarê soriçikê ji asîda gedeyê ziyan digire. [[Şane (biyolojî)|Şane]] û [[Xane|xaneyên]] ziyangirtî dibin sedema peydabûna êşê. Ev êş wekî şewat dikeve canê mirov. Soriçik di nezîkê dilê mirov de derbas dibe, loma ji mirovê nexweş wetrê, êş ji dilê wî tê, agir bi dilê wî ketiyê û dilê wî dikize. Navê vî nexweşiyê wekî [[dilekizê]] (reflu) (bi înglizî:heartburn<ref name="OpenStax, Biology"/>)tê bi navkirin.