Hekarî (parêzgeh): Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Rêz 47:
 
Piştî ev bûyer li dinyayê belav bû. Helwesteke dijwar li Bedîrxan Beg li dinyayê çêbû û ji ber van givaşan Bedîrxan Beg li sala 1847ê de xwe teslîmî osmaniyan kir û ber bi Stenbolê ve hate sirgûn kirin. Jixwe di van wextan de Padîşahê Osmaniyan Mehmûdê Duyemîn biryar dabû ku otoriteya navendî saz bike, ji ber wê jî mîrektiyên kurdan yekûyek ji holê radikirin.
 
===Piştî belavbûna mîrektiyan===
Piştî qetlîama Nastûriyan mîrektiyên kurdan ji ber siyaseta nû ya Osmaniyan hêdî hêdî ji holê radibûn. Sultan Ebdulmecîd li sala 1940an de Qanûna Axê derxist. Her axa ku li Osmaniyan de li ser navê kesan dihate tomar kirin û kaxezek bi navê ''tapû'' dihate dayîn. Mîrektî ji holê rabû. Piştî jiholêrabûna mîrektiyan valahiyeke siyasî û leşkerî li deverê peyda bû. Hêza serokeşîran li deverê zêde dibû û her serokeşîr bi serê kar dikir. Ev jî dibû sedema xerabûna rewşa Kurdistanê. Jixwe gelek wext neçû Sultanê Osmaniyan bi [[Alayên Hemîdiye]] grûbeke çekdarî ji eşîrên kurd ava kir û gelek endamên eşîran bûn çekdarên vê hêzê.
 
==Gelhe==