Komara Kurdistanê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rêz 164:
{{jêgirtin|Divê pêşiyê em vê bêjin ku eşîrperestiya Kurdan çawa ku di avakirina komarê de rolek girîng lîstiye her wisa di rûxana komarê de jî rolek mezin lîstiye. Têkilî û hevrikiyên serokeşîrên astengiyeke mezin derdixist pêşiya hereketa netewî. Di dîroka Kurdan de asayî ye ku yek an çend eşîr ku ji bo menfietê xwe hevkariyê li gel hêzên derve bikin. Sedema duyemîn jî ewe ku rêvebiriya komarê ji layê tecrûbe ve gelek kêmas3i hebûn. Her çend ev komar kêm jiya be jî gelek girîng e. Di dîroka Kurdistana Îranê de yekemîn care ku hiş û hêcana netewî derxist holê. Her wisa rêvebir ji serokeşîran derneketibûn ji nav rewşenbîr û arîstokratan de derketibûn.|çavkanî=Fereshteh Koohi Kamali, ''The Development of Nationalism in Iranian Kurdistan'', r. 179}}
 
Olga Jigalina jî li ser xalek dî disekîne û dibêje ku Komara Kurdistanê encax %25ê hemû Kurdistana Îranê be, ev jî tê wê wateyê ku hemû Kurd di nav komarê de nîn in. Ev parçebûna Kurdan ji bo Îranê rewş asantir dikir. Her wisa dema hêzên Îranê ji bakurê Mahabadê hatin. Hêjayî gotinê ye ku ew jî Kurd bûn<ref>Olga Jigalina, Nasionalnoye Dvijeniya Kurdov v İrane, (1918-1947gg), Moskva: İzdatelstvo Nauka, 1998, r145</ref>. Lê divêt ev jî bê zanîn ku sebeba beşdarbûna hemû Kurdan ne tenê girêdayî kurdan bûn. İngilîzan Sîne û Kirmaşan dagir kiribûn û têkiliya van deveran bi herêma Mukriyan re nemabû. Hêjayî gotinê ye ku Îbrahîm Nadirî ku bi eslê xwe ji Kirmaşanê bû ji bo xîzmetkirina Kurdistana serbixwe de hatibû Mahabadê û bibû cîgirê wezîrê perwerdehiyê. Her wisa gelek kurdên din jî ji Kirmaşan û deverên din hatibûn Mahabadê<ref>Jiyan û Têkoşîna Pêşewa Qazî Muhamed. Seîd Hûmayûn, r:109</ref>. Bi dûçûna -xwarzayê Pêşewa Qazî Mihemed û her wisa her dem li gel Qazî bû-, Seîd Hûmayûn sedemên têkçûne du ne, yek sedemên derveyî ne û sedemên din jî navxweyî ne;
{{jêgirtin|Sedemên girêdayî derveyî welêt
#Pêşveçûna siyaseta DYA û Brîtanyayê ku wan nedixwast Îran parçe bibe
#Piştî hevpeymana Sovyetan li gel Îranê ku nefta bakurê Îranê dê derbixîne
#Ji ber tirsa DYA û Brîtanyayê, Sovyetan nediwêrî alikariyeke zêde li kurd û azeriyan bike.
 
Sedemên girêdayî navxweyî welêt jî ev in
#Nêzîkbûna têkiliyên rêjima Îranê li gel DYA û Brîtanyayê
#Kêm tecrûbeya kurd û azeriyan di derbarê rêvebirina xoseriyê da
#Kêmbûna pispor û zanayan di warên siyasî, aborî, civakî
#Nebûna kadroyên karzan di derbarê leşkeriyê de
#Nesaziya aboriya Kurdistan
#Nakokiyên di navbera eşîran de
#Têkçûna Komara Azerbaycanê bi awayeke asan
#Tirsa kuştin û hovitiyên li Tebrîzê rûdan li Mahabadê jî rûbide|çavkanî=Jiyan û Têkoşîna Pêşewa Qazî Muhamed. Seîd Hûmayûn, r:57}}
 
== Rêzçawaniya Avabûna Komarê ==