Misir: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rêz 48:
 
Di navbera salên 1955ê û 1961ê de krîzên mezin li herêma Rojhilata Navîn de qewimîn. Misirê dixwast projeyeke mezin ya avdanê ava bike û ji ber wê jî Amerîkayê soz dabû ku dê alîkariyê bike lê Amerîkayê soza xwe bicih neanî. Ji ber vê sedemê Hikûmeta Misirê,li 1956ê de dest dana li ser şîrketa Kanala Sûveyşê û kir malê dewletê. Ev pêngava Cemal Ebdulnasir bû sedema krîzeka nû ku Fransa û Brîtanya ji vê rewşê nerazîbûn. Her wisa Îsraîl jî ji ber meseleya Filistinî dijberê Misirê. Ji ber van sedeman Fransa, Brîtanya û Îsraîl di cotmeha 1956ê de dest bi dagirkirina Misirê kirin. Gelek cihên Misirê hatin dagir kirin lê Amerîka û Sovyet dijî vê pêngavê bûn. Ji ber givaşa van her du dewletan her sê dewletên dagirker hêzên xwe ji Misirê vekişandin. Ev êrîş her çend bêhêzbûna Misirê nîşan bide jî, popûlariteya Cemal Ebdulnasir li nav Ereban zêdetir lêhat û têkildarî wî gelek guherîn li Rojhilata Navîn çêbûn. Li Sûrî derbeya leşkerî çêbû û terefdarên Cemal Ebdulnasir bûn desthilat. Di reşemeha 1958ê de Sûrî û Misirê bi navê Komara Yekgirtî ya Ereb ava kirin. Li Îraqê jî derbeya leşkerî çêbû. Kral Nurî Seîd bi malbata xwe ve hatin qetilkirin.
 
Krîza di navbera Misir û Îsraîlê de her roja diçû zêdetir dibû. Binketina şerê 1948ê û krîza Sûveyşê hêj di dilê Cemal Ebdulnasir de mabû. Dixwast tola van şeran bistîne û axa Ereban ji Îsraîlê bistîne. Her wisa Îsraîlê jî dixwast hemû Filistînê bixe nav dewleta xwe. Li sala 1967ê de Misirê astenga Akabeyê ji bo rêgirtina sefîneyên Îsraîlî girt. Di vî wextî de Urdun û Suriyeyê bi Misirê hevpeymanên şerî kirin. 5 xizîrana 1967ê de hêzên hewayî yên Îsraîlê hemû hêzên hewayî yên Misirê îmha kirin. Îsraîlê nîvgirava Sînayê, Kanala Sûveyşê, Quds,Xeze, Urduna Rojava û Girên Colanê dagir kirin. Lê bi dûçûna peymana Neteweyên Yekgirtî dê Îsraîl ji axên dagir kirî derkeve. Lê dê bi temamî derkeve an ji hindek cihan derkeve zêde aşkera nekiribûn.
 
== Galerî ==