Sûrî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rêz 44:
Piştî encamdana [[Şerê Cîhanî yê Yekem]], di navbera [[Împeratoriya Osmanî]] û dewletên Ewropî de [[Hevpeymana Versailles]] hate destnîşan kirin. Bi dûçûna vê hevpeymanê Osmanî dê serxwebûna dewletên Ereb bi şerta mandatiya Fransa û Îngilîstanê dê qebûl bike. Li sala 1922yê de di Cemiyeta Netewan de ev mafên van dewletan hatin pejirandin. Bi dûçûna vê rêkeftinê [[Îraq]] û [[Filistîn]] dê di bin berpirsiyariya [[Brîtanya]]yê de, Libnan û Suriye jî dê di bin berpirsiyariya Fransa de be. Li vî demî kurê Şerîfê Mekeyê Huseyîn; Faysal li dijî Fransayê serhildanek da destpê kirin ku Suriyeyê bike di bin desthilata xwe de lê ev serhildan hate vemirandin. Piştî têkçûnêe Faysal diçe Îraqê.
 
Berî şerê cîhanê yê duyem di nav dewletên ewropayî de li her derê cîhanê de miadeleyek hebû. Ji ber tirsa ketina Almanan bo rojhilata navîn di xizîrana 1941ê de Brîtanyayê ji bo alîkarkirina Fransayê, Suriye dagir kir. Piştî xelasbûna şer di dawiya sala 1945ê de bi hevpeymaneke Brîtanya û Fransayê, her du dewletan hêzên xwe ji Sûrî vekişandin û Dewleta Sûrî ya Serbixwe ava bû.
 
== Gelên Sûriye ==