Plazmaya xwînê: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine |
BKurteya guhartinê tine |
||
Rêz 1:
[[Wêne:BloodPlasma ku.jpg|thumb|300px|Pêkhateya xwînê]]
[[Wêne:FreshFrozenPlasma.JPG|thumb|300px|Plazmaya xwînê şileyek zerokî ye]]
'''Plazmaya xwînê''' an jî '''plazma''' şileyek bi rengê zer e. [[Xiroka sor|Xirokên sor]], X[[iroka spî|xirokên spî]] û [[perikên xwînê]] di nav vî şileya zerokî de tên veguhastin. %55 ê xwînê ji plazmayê pêk tê. Ji bilî xaneyên xwînê, plazma gelek madeyên din jî lixwe digire. [[Proteîn]], [[
Di nava plazmayê de proteîna herî zêde albumîn e<ref>OpenStax, Biology. OpenStax. May 20,
2013. [http://cnx.org/content/col11448/latest] </ref>. Albumîn di kezebê de tê çêkirin. Albumîn pestoya navbera xwînê û şaneyan rêk dixe. Herwisa di nav xwînê de veguhastina asîdên çewrî, [[Vîtamîna D]], [[hormona tîroksînê]] jî bi navbeynkariya albumîn pêk tê. Îyonên metalên wekî sodyum, potasyum û kalsiyumê jî di nav xwînê de bi navbeynkariya albumîn tê veguhastin.
Di nav plazmayê de sê cureyên proteîna globulîn heye<ref>OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 , [https://openstax.org/details/books/anatomy-and-physiology] </ref>. Globulîna Alfa û ya Beta di kezebê de tê çêkirin. Karê serekê yê van proteînan; rêkxistina pestoya osmozî ya xwînê ye. Herwisa globulîn a alfa û beta jî mîna proteîna albumîn, di nav xwînê de veguhastina hesin, çewrî(lîpîd) û vîtamînên A,D,E,K pêk tîne. Navê globulîna sêyemîn Gama globulîn ,an jî îmunoglobulîn e. Ev proteîn di xaneyên [[lenfosîta B]] de wekî dijaten tên çêkirin. Karê sereke ya globulîna gama rekxistina bergiriya laş e. Dijaten proteînên taybet in, ji boy bergiriya laş, ne yek lê gelek cureyên dîjatenan heye. Heke laş tûşê hokarên nexweşîyê bibe, rêjeya dijatenan jî zêde dibe.
Ji proteînên plazmayê a herî hindik proteîna [[fîbrînojen]] e. Fîbrînojen beşdariya kirdarî ya [[xwînmeyîn]]ê dike. Ev proteîn bi eslê xwe [[enzîm]]ek neçalak e, dema xwînmeyînê fîbrînojen çalak dibe û wekî fîbrîn bi nav dibe.
Pêştê herisînê, xurek ji rûvî derbasê nav xwînê dibe, xurekên herisî di nav plazmayê de bi gera xwînê belavê hemû [[Şane (biyolojî)|şane]] û xaneyên laş dibin<ref> BSCS Biology: A Molecular Approach, 9 th Edition New York,: Glencoe/McGraw-Hill Companies, Inc. ISBN 0-07-866427-6 </ref>.
Heke ji nav plazmayê fîbrînojen were durxistin, [[serum]] tê destxistin. Ango plazmaya bêfîbrînojen wekî serum tê binavkirin<ref>Lawrence, E. (2005). Hendersons dictionary of biology. Harlow: Pearson/Prentice Hall.ISBN 978-0-13-127384-9 </ref>.
|