Polîsakkarîd: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
→‎Kîtîn: wêneyek lê zêde kir
Rêz 21:
 
== Seluloz ==
[[Wêne:HaworthStrukturCellulose.jpg|thumb|250px|Seluloz]]
 
Molekulên glukoz lê pey hev rêz dibin û selulozê çê dikin. Di molekula selulozê de molekulên glukozê bi 180° ji hev badayî bi hev hatinê girêdanê. Ji ber wê sedemê, her çiqas ku monomerên seluloz û nîşayê glukoz bin jî, molekula selulozê ji ya nîşayê cuda ye.
Dibe ku molekula selulozê ji sedan an jî bi hezaran molekulên glukozê çêbûyî be. Berevajiyê nîşayê, seluloz molekulek neşaxdayî ye. Molekulên selulozê li ber hev dirêj dibin û mîkrofîbrîl(hûrrîşal)an çê dikin. [[Dîwarê xaneyê]]n riwekan û ên kevzên avê ji selulozê pêk tê. Loma li derdora dinyê de molekula organîk a herî zêde belavbûyî seluloz e. Mîkrofîbrîlên selulozê xurtayî didin dîwarê xaneyên riwekan. Seluloz bêbêhn û bêtehm e, di nav avê de nabihuje.
Seluloz karbohîdrada binyadî ye, ajal nikarin selulozê biherisînin(hîdrolîz bikin) û jê glukoz derxin. Ajalên [[giyaxur]] bi alikariya bakteriyan selulozê parçê dikin. Ajalên wekî çêlek ,mîh, bizin, hêştîr ajalên hûrdar in. Di ûrê van ajalên giyaxur de bakteriyên ku selulozê diherisîn hene. [[Bakterî]] selulozê diherisînin nav molekulên piçûktir, an jî heta glukozê parçe dikin. Ajal bi vî awayê parçeyên selulozê an jî glukoza selulozê wekî adan digirin. Ajalên wekî kergoşk, hesp, kusî ajalên giyaxur ên bêhûr in. Di rûviya kor ên van zîndeweran de bakterîyên selulozê hene. Seluloz bi kêra van bakterîyan tê herisandinê. Loma rûviya kor a van ajalan ji ya ajalên din girtir e.
Ji xeynî bakteriyan,hin cureyên [[karok]] jî selulozê diherisînin. Bi vî awayê riwek pûç dibin, dirizin û tevê xweliyê dibin.
[[Wêne:HaworthStrukturCellulose.jpg|thumb|250px|Seluloz]]
 
== Kîtîn ==