Parzûna xaneyê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Jcb (gotûbêj | beşdarî)
Guhertoya 697144 ya CommonsDelinker (gotûbêj) şûnde kir
Etîket: Betal bike
wêneyek lê zêde kir.
Rêz 38:
==== Osmoz ====
 
[[wêne:Osmose_ku.svg|thumb|250px| Av ji qada ku av pir e,derbasî qada avkêm dibe]]
 
Di despêkê de asta gîraweyê li herdu milên lûleyê yeksane. Eger piçek xwêy li lûleya A yê bên zêdekirin, vê gavê di lûleya A yê de mêjera madeya tiwawe (ango xwêy) zêde dibe. Lûleya A, ji lûleya B yê tîrtir dibe. Li gor rêzikên difuzyonê, divê xwêy ji aliyê zêde ber bi aliyê kêm ve cih biguhere. Lê ji ber parzûna nîvdelînbar, xwey nikare derbasê milê B bibe. Li milê A yê de ev rewş dibe sedema çêbûna pestoya osmozî. Lûleya B li gor lûleya A rontir e (ava vî pir e) loma av ji aliyê pir ber bi aliyê hindik(tîr) ve cih diguhere. Ji parzûna nîvdelînbar derbasbûna avê wekî osmoz bi nav dibe.
Osmoz wekî mîna dîfuzyona sade ye,lê cudahiya wî ewê ku, molekulên ku di parzûnê de derbas dibin ne hemû molekulên tiwawe ne, lê tenê av e. Ango dîsa devera tîr û devera ron heye û bi parzûnê ji hevdu veqetiyan e. Ji ber ku [[parzûna nîvdelînbar]] rê nade madeyên tiwawe derbas be, îcar [[madeya tiwêner]],ango av, ji qada ku av pir e,derbasî qada avkêm dibe. Hêza Pesta Osmozî di veguhastina avê de bi bandor e.