Cudahiya di navbera guhertoyên "Komara Korêyê" de

1 bayt lê hatin zêdekirin ,  berî 2 salan
kurteya guherandinê tune ye
Nîvgirav ji hêla Împeratorê Goryeoyê [[Taejo Wang Geon]] ve li sala 936ê yekbû. Wekî Sillayê Goryeo jî dewletekê zahf çandeyar bû û li sala 1377ê da [[Jikji]] pêk hat, makînaya livdar ya [[kanza]]yî ya herî kevn. Li sedsala 13ê [[îstilayên mongolan|îstilayên mongolan]] Goryeo bêhêz kir. Piştî 30 sal şer Goryeo serweriya xwa dewam kir, lê dîsa jî mongolan ra [[xerac]] dan berevajî vê jî [[mitefiqê]] wan bûn. Piştî hilweşîna [[Împeratoriya Mongolan]] li Goryeoyê berberiyên siyasî yên giran derketin û xanedaniya Goryeoyê bi serhildanekê ku ji hêla general [[Yi Seong-gye]] ve hat birêvebirin li sala 1388ê ket bin hukima [[Xanedaniya Joseonê|xanedaniya Joseonê]]. Qiral Taejo navê Korê ya nûv kir [[Joseon]], ji ber ku berê jî navê Korêyê Joseon (Gojoseon) bû. Sêûl jî kir paytexta nûv ya vê dewletê. 200 salên xanedaniya Joseonê hema hema bi haşitî derbas bûn. Li sedsala 14emîn li heyna [[Qiralê Mezin Sejong]]ê da [[Hangul]] (nivêsê korêyî) pêk hat û ji xeynî wê girîngiya [[Konfusiyanîzm]] zêde bû.
 
Li salên 1592ê û 1598ê Korê ji hêla japoniyan ve hat îstilakirin. [[Toyotomi Hideyoshi]] fermandarê leşkeran bû û plan kiribû ku kişwera [[Asya]]yê bi rêhya Korêyê dagir bike, lê bi îhtimaleke mezin ji hêla [[Artêşa Salih|artêşa Salih]] ve û bi alîkariya [[Xanedanê Ming|xanedanê Ming]] ve hatin qewitandin. Bi saya vê şerê amîral [[Yi Sun-sin]] mezin bû û [[Keştiyê Kûsî]] ya wî jî meşûr bû. Li salên 1620î û 1630î da [[Mançu|mançuyan]] Joseonê îstila kirin, li dawiyê mançuyan hemû Çînê fetih kiribûn. Piştî rêzeyeke şerên li dijî Mançuryayê, Joseon nêzikenêzikî 200 sal di haşitiyê de ma. [[Qiral Yeongjo]] û [[Qiral Jeongjo]] xanedaniya Joseonê ra nûjeniyên çandeyî anîn.
 
Lê di salên paş da xanedaniya Joseonê ku bi awayekî aşirî girêdayî Çînê bû, tecrîd bû. Li sedsala 19emîn de Korê ji ber siyaseta tecrîdê wek [[Qiraltiya Silak]] dihate binavkirin. Xanedaniya Joseonê wê pêngavê ji ber xwaparastina ji [[Emperyalîzm|emperyalîzmê]] avit, lê di dawiyê de ji ber bazirganiyê xwa ji dinyayê ra vekir. Piştî [[Şerê Çînî - Japoniyan yê Yekem]] û [[Şerê Hûris - Japoniyan]] Korê ket bin serweriya japonan (1910 - 1945). Di dawiyê [[Şerê Cîhanî yê Yekem]] de japonan xwa teslîmî hêzên [[Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst|Sovyet]] û [[DYA|Amerîkan]] kirin. Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst [[Korêya Bakur|bakurê Korêyê]] û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî başûrê Korêyê dagir kiribûn.
521

guherandin