Enzîm: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
Rêz 10:
Enerjiya herî kêm a ji bo çalak kirina molekulan wekî enerjiya çalakkirinê an jî [[Enerjiya Aktîvasyonê]] (EA) bi nav dibe. Ji ber astengiya enerjiya aktîvasyonê, reakaksiyonên kîmyayî zû bi zû dest pê nakin. Divê di pêşî de enerjiya aktivasyonê bê peydakirin.
 
== PÊKHATEYAPêkhateya ENZÎMANEnzîman ==
Enzîm [[makromolekul]]ên taybet in. Enzîm bi piranî ji [[proteîn]] pêk tên. Erka enzîmê, katalîze kirina reaksiyonê ye. Enzîm asta enerjîya çalakkirinê ya reaksîyonê kêm dike û reaksiyonê dilezîne. Ji ber vî taybetmendiya enzîmê, dema reaksiyon pêk tê tîna hawirdorê xaneyê zêde nabe û tu xetera germahiyê li xaneyê çê nabe. Enzîm bi xwe tevî reaksiyona kîmyayî nabe, ango di destpêka reaksiyonêde mêjara enzîm çiqas be, di dawiya reaksiyone jî ew qas enzîm bêyî ku kêm be an jî biguhere ji reaksiyonê derdikeve. Reaksiyonên kîmyayî bê enzîm jî çê dibin. Lê bi enzîm reaksiyon bi dehmîlyonan qat leztir dibe. Bi kurtasî em dikarin bibêjin, di laşê mirov de reaksiyonên enzimî bi gelemperî di germahiya 35-39° C yê de bi awayek gelek lezgîn çê dibin.
[[wêne:Holo enzîm ku.png|thumb|350px|right|Enzîmên yekbûyî ji proteîn û kofaktorê pêk tê]]
Her çiqas hin enzîmên ji [[ARN]]yê(Asîda rîbonukleî) çêbûyî hebin jî (rîbozîm), enzîm bi gelemperî ji proteîn pêk tên. Proteînên bi şeklê [[teşaya sêyemî]] enzîman çê dikin. Proteînê enzîman [[proteînên gogî]] ne. Hîn enzîm tenê ji proteîn pêk te, ev enzîm wekî [[enzîmê sadê]] bi nav dibe. Hin enzîm jî li gel proteînê, madeyên neproteînî jî li xwe digire, ev enzîman jî wekî [[enzîmên yekbûyî]] tên bi nav kirin. Beşa neproteînî ya enzîmê wekî [[kofaktor]] bi nav dibe. Dibe ku kofaktor ji madeyên organîk an ji yên înorganîk çêbûyî be. Hesin(Fe<sup>2+</sup> ), Sifir(Cu<sup>2+</sup> ), Magnezyûm(Mg<sup>2+</sup> ), Manganez(Mn<sup>2+</sup> ), Nîkel(Ni<sup>2+</sup> ), Zink(Tûtya)(Zn<sup>2+</sup> ) û hwd. madeyên înorganîk ên kofaktorin. Eger di pêkhateya enzîmê de li gel beşa proteîn, [[vîtamîn]] an jî hin molekulên organik cih bigire, ev beşa organîk a enzîmê wekî [[koenzîm]] tê bi nav kirin. Pêwist nîn e ku koenzîmek an jî kofaktorek tenê bi yek enzîmek hevgirtî be. Wekî mînak bi sedan enzîmên curbecur koenzîma [[NADH]] ê bi kar tînin. Beşa proteînî ya enzîma yekbûyî ya bi kofaktor re negirêdayî, wekê apoenzîm bi nav dibe. Apoenzîm a bi kofaktor re girêdayî wekî holoenzîm tê bi nav kirin.
== TAYBETMENDIYATaybetmendiya ENZÎMANEnzîman ==
 
[[WÊNE:Enzîm ku.png|thumb|300px|right|Ji boy enzîm li ser reaksiyonê bandor bike, divê navbera rûxara enzîmê û a madeyên di reaksiyone de lihevhatîbûn hebe]]
Rêz 35:
 
 
== NAVLÊKIRINANavlêkirina ENZÎMANEnzîman ==
 
Enzîm navê xwe ji substartê digire. Bi gelemperî navê enzîman bi paşgira '''''-az''''' dawî dibe. Ango terma pêşgir navê substratê ye, terma pêşgir û a paşgir bi hevdu navê enzîmê diyar dikin.
Rêz 79:
 
 
== LIHEVKIRINALihevkirina ENZÎMEnzîm Ûû SUBSTRATÊSubstratê ==
 
Di der barê li hevkirina enzîm û substratê de du teorî heye. Bi Îngîlîzî navê teoriya yekem modela ‘lock and key’,a duyem jî wekî modela ‘induced fit’ tê bi nav kirin.
Rêz 92:
Ji aliyê zanyarê Amerîkayî Daniel Koshland (Denyil Koşlind) ve di sala 1958ê hatiye pêşniyarkirinê. Li gor vî teoriyê, rûxara çalak a enzîmê ne req e lê [[qaîşokî]] ye. Dema substrat xwe bi rûxara enzîmê ve girê dide şiklê enzîm di serî de tam ne li gor rûxara substratê ye. Rûxara enzîmê xwe li gor substratê diguherîne. Paşê enzîm substartê dorpêç dike digire nav xwe. Bi van gavan şûnde reaksiyon dest pê dike. Zanyrên Bîyolojî û yên Kîmyayê, van salên dawî Modela ‘Induced fit’ê ji modela ‘Lock and key’ê pirtir dipejirînin.
 
== HINHin HOKARÊNHokarên KUKu LILi SERSer XEBATAXebata ENZÎMANEnzîman BIBANDORBibandor INIn ==
 
Hin hokar(faktor) li ser leza reaksiyonên enzîmî bi bandor in. Van hokarên li jêr,ên sereke ne.
Rêz 134:
pH a nav rûvî ji aliyê xwê yên ziravê yên kezebê û îyonên bîkarbonatî yên pankreasê , tê hevseng kirin.
 
=== Bandora Avê yaYa Li Ser Çalakiya Enzîman ===
Hema bigre,hemû enzîm ji bo çalakkirina reaksiyonê pêdivî bi avê dikin. Di reaksiyonên hîdrolîzî de av wekî substrat tê bikaranîn, wekî mînak, sukroz(şekirê çayê) karbohîdrada dîsakkarîdî ye. Sukroz bi çalakiya enzîma sukrazê didehîne, ji sukroza dîsakkarîdê, glukoz û fruktoza [[monosakkrîd]] çê dibe. Sukraz [[benda glîkozîdî]] ya navbera glukoz û fruktozê diqetîne û hîdrojen û hîdroksîla ji perçebûyina molekûla avê çêbûyî ne, bi herdu monosakkarîdan ve girê dide. Eger di qada vî reaksiyonê de av tune ba, vê gavê sukroz ne dihat dehandinê. Enzîm di nav avê de dibihujin(dihelin) û bi serbestî li der dor digerin, bi vî awayê şansê li hev qelibîna enzîm û substratê zêde dibe.Di pêkhateya enzîm de hin beşên hîdrofobî([[dijav]]) û hîdrofîlî([[avxwaz]]) hene, beşa hîdrofobî ya enzîmê xwe ji avê dûr dixe, beşa hîdrofîlî ya enzîmê jî, xwe nêzî avê dike. Loma enzîm di nav avê de şeklê xwe diguherîne.
Tînîgirî(kapasîteya tîn girtinê) ya avê zêde ye, av guherîna germahiya hawirdorê teraz dike û rê dide enzîman da ku di nav germahiya optimum de kar bikin. Bi vî awayê, enzîm li hawirdorek aram, bandor ji guherîna germahiya hawirdorê nagire û çalaktir dibe. Li gelek deverên Kurdistanê,Kurd dema havînê hin xurekan li ber tavê hişk dikin û ji boy rojên zivistanê enbar dikin. Îsot, masî, goşt, firingî(bacanê sor), bacanê reş, bastêq, mewij, tu,hejîr çortan hin ji zadên hişkkirî ne. Ji ber kêmasiya avê, di nav van xurekan da tu bakterî an jî kufik çê nabin. Eger hin bakterî xwe li ser xurekên hişkkirî bigirin jî, enzîmên bakterî ji ber tunebûna (kemasiya) avê çalak nabê, loma bakterî li ser xurek zêde nabin û tehma xurek naguhere û xurek genî nabe.
Rêz 160:
Hin aktîvator inhîbîtoran ji ruxara çalak a enzîmê dûr dixin.Wekî mînak jehra kêzik, pîrik û maran înhîbîtor e, xwe li ser rûxara enzîmê girê dide rê nade reaksiyonê. Li hember van jehran, dermanên dijî jehr( jehrkuj,dijehr)tên bi kar anîn. Jehrkuj, jehrê ji rûxara çalak a enzîmê dûr dixe, bi vî awayê erka aktîvatoriyê bi cîh tîne.
 
=== Di Jîyana Rojene deDe Bikaranîna Enzîman ===
 
Enzîm di nav xaneyên zîndeweran de tê çêkirin, lê li dervayê xaneyê jî reaksiyonan çalak dike. Enzîm ji xaneyên [[riwek]],ajal an jî ji bakterî û qarçik(kuvark) tên tovkirin. Bi taybetî di warê pîşesaziyê de bi meyandina bakterî û qarçik gelek enzîm tên bi dest xistin. Enzîm ji boy karê pîşesaziyê û karê zanistiyê wekî [[katalîzor]] tên bi kar anîn. Di pîşesaziyêde bikaranîna enzîman, wekî teknolojiya enzîman bi nav dibe.