Enzîm: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Kurteya guhartinê tine
Rêz 127:
Di laşê ajalên xwîngerm( balînde û guhandar) de enzîm di germahiya 35-40°C de herî baş bi çalak in. Ev asta germahiyê ji boy enzîman wekî germahiya optîmum tê bi nav kirin. Ji boy hemû zîndeweran germahiya optîmum ne yeksan e.
Wekî mînak, cureyek ji bakteriyên Arke bi navê bakteriyên termofîlî di nav ava germik a bi germahiya 40 – 120 °C de dijîn. Enzîm herî baş di germahiya optîmumê de bi çalak in. Eger germahiya dorhêla enzîmê ji pileya optîmumê kêmtir be, pêşî xebata enzîm kêm dibe û çalakiya reaksiyonê hedî dibe, paşê çalakiya enzîm bi tevayî radiweste. Piraniya enzîman di dorhêlên sar da neçalak in. Serma, enerjiya kînetîka molekulan kêm dike, loma molekulên enzîmê di sermayê de nalivin û bi subtratê ve nayên girêdan. Enzîm di sermayê de kar nakin lê, xera jî nabin. Eger germahiya dorhêlê zêde bibe, enzîm dîsa çalak dibin. Ji ber vî taybetmendiya enzîman, xwarin û vexwarin dema zivistanê an jî di cihê sar de zû bi zû genî nabin. Hemû enzîm ji proteîn pêk tên.Şiklê proteînên enzîman, proteînên bi teşeya sêyemî ne. Zincîrên dirêj ên polîpetîdê li gel bendên peptîdî, bi bendên dîsulfîdî, bendên hîdrojenî û bi bendên îyonê bi hev re girêdayîne. Bi gelemperî guherîna pH an jî zêdekirina germahiya dorhêlê, ji derdora proteînê dûrkirina avê an jî lê zêdekirina metalên îyonî teşeya proteînê diguherîne. Proteînên enzîmên mirovan di pileya bilintir ji ya germahiya optîmumê de hin bendên navbera zincîra xwe winda dikin, bi vî awayê şiklê proteînê diguhere. Ev guhertina teşeya proteînê wekî denaturasyon bi nav dibe.Gava proteîna enzîmê denature dibe, şiklê ruxara enzîmê jî diguhere, enzîm substratê nas nake, bi substratê ve nayê girêdan, loma enzîm reaksiyonê çalak nake. Ji xeynî bakteriyên Arke yên termofîlî, enzîmên zîndeweran bi gelemperî di pileya 50-60 °C yê de denature dibin. Enzîmên carek denature bûyî germahiya dorhêlê bizivire germahiya optîmumê jî êdî çalak nabin. Ango enzîm di germahiya bilind de bi temamî xira dibe.
 
 
 
=== pH a dorhêlê û Leza Reaksiyonê ===
[[Wêne:pH û enzîm.png|thumb|300px|right]]
 
pH yekeya pîvanê ye. Di nav gîrawe yê de mêjera îyonên Hîdrojenê bi pH ê tê pîvandin. Wateya pH bi Îngîlîzî ‘power of Hydrogen’ e, ango pH di nav gîraweyê de tîriya iyonên hîdrojenê dîyar dike. Xanxanika(cetwel) pH ji hejmarên 0-14 pêk te. Li gor vî xanxanikê hejmarên 0-6 asîdiya gîraweyê,hejmarên 8-14 jî alkaliya gîraweyê diyar dike. Gîraweyên bi pH 7 wekî gîraweyên nêtar(bêbar) bi nav dibin. Gîraweya bi pH 2 li gor a pH 5 ê hê zêdetir îyonên hîdrojenê li xwe digire, loma gîraweya pH 5 nîşana asîda qels(lewaz), pH 2 nîşana asîda hêzdar e. Eger pH a dorhêla enzîmê bên guhertin, dibe ku şiklê rûxara enzîmê jî biguhere. Îyonên hîdrojenê (H+) û yên hîdroksîlê(OH-) bi asîdên amînî re dikevin nav reaksiyonê û an bi koma amîn an jî bi koma karboksîlê ya asîda amînî ve bendên kîmyayî ava dikin. Hin caran jî îyonên hîdrojenê an jî yên hîdroksîle bi bendên iyonî yên enzîmê ve dikevin nav reaksiyonê. Ev rewş dibe sedema guherîna şiklê enzîmê. Her enzîm di gîraweya bi pH a taybet de çalak e. Guherîna pH a hawîrdor, dibe sedema denaturasyona enzîmê. Enzîmên denaturebûyî dibe ku bizîvire şiklê xwe yên çalak, lê divê pêşî pH a havîrdor ji boy enzîmê bibe optimum.