Enzîm: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Kurteya guhartinê tine
Rêz 119:
b) Eger li qada reaksiyonê de mêjera enzîmê sabît be û mêjera substartê bên zêdekirin,vê gavê leza reaksîyonê zêde dibe lê pişt re leza reaksiyonê sabît dimîne. Di xala R yê de hemû enzîm bi substratan ve tên girêdanê. Êdî bi têra xwe enzîm tune ye, substrat li qada reaksiyênê bên zêdekirin jî rastê enzîman nayê, loma leza reaksiyonê naguhere.
 
 
 
=== Germahiya dorhêlê û Leza Reaksiyonê ===
[[Wêne:pileya germahi.png|thumb|400px|right]]
 
Ji boy berdewamiya reaksiyonê, divê enzîm û substrat li hev biqelibin û navbera wan da bendên kîmyayî yên qels ava bibe. Enerjiya tînê bandor li ser enerjiya kînetîk a molekulan dike. Eger tîna dorhêla reaksiyonê bên zêdekirin, germahiya dorhêlê jî zêde dibe. Gava germahiya qada reaksiyonê zêde dibe, îcar enerjiya kînetîk a molekulan jî zêde dibe. Molekul bi saya vî enerjiyê li dorhêla reaksiyonê bi leztir tevdigerin û li hev diqelibin.
Di laşê ajalên xwîngerm( balînde û guhandar) de enzîm di germahiya 35-40°C de herî baş bi çalak in. Ev asta germahiyê ji boy enzîman wekî germahiya optîmum tê bi nav kirin. Ji boy hemû zîndeweran germahiya optîmum ne yeksan e.
Wekî mînak, cureyek ji bakteriyên Arke bi navê bakteriyên termofîlî di nav ava germik a bi germahiya 40 – 120 °C de dijîn. Enzîm herî baş di germahiya optîmumê de bi çalak in. Eger germahiya dorhêla enzîmê ji pileya optîmumê kêmtir be, pêşî xebata enzîm kêm dibe û çalakiya reaksiyonê hedî dibe, paşê çalakiya enzîm bi tevayî radiweste. Piraniya enzîman di dorhêlên sar da neçalak in. Serma, enerjiya kînetîka molekulan kêm dike, loma molekulên enzîmê di sermayê de nalivin û bi subtratê ve nayên girêdan. Enzîm di sermayê de kar nakin lê, xera jî nabin. Eger germahiya dorhêlê zêde bibe, enzîm dîsa çalak dibin. Ji ber vî taybetmendiya enzîman, xwarin û vexwarin dema zivistanê an jî di cihê sar de zû bi zû genî nabin. Hemû enzîm ji proteîn pêk tên.Şiklê proteînên enzîman, proteînên bi teşeya sêyemî ne. Zincîrên dirêj ên polîpetîdê li gel bendên peptîdî, bi bendên dîsulfîdî, bendên hîdrojenî û bi bendên îyonê bi hev re girêdayîne. Bi gelemperî guherîna pH an jî zêdekirina germahiya dorhêlê, ji derdora proteînê dûrkirina avê an jî lê zêdekirina metalên îyonî teşeya proteînê diguherîne. Proteînên enzîmên mirovan di pileya bilintir ji ya germahiya optîmumê de hin bendên navbera zincîra xwe winda dikin, bi vî awayê şiklê proteînê diguhere. Ev guhertina teşeya proteînê wekî denaturasyon bi nav dibe.Gava proteîna enzîmê denature dibe, şiklê ruxara enzîmê jî diguhere, enzîm substratê nas nake, bi substratê ve nayê girêdan, loma enzîm reaksiyonê çalak nake. Ji xeynî bakteriyên Arke yên termofîlî, enzîmên zîndeweran bi gelemperî di pileya 50-60 °C yê de denature dibin. Enzîmên carek denature bûyî germahiya dorhêlê bizivire germahiya optîmumê jî êdî çalak nabin. Ango enzîm di germahiya bilind de bi temamî xira dibe.