Komara Korêyê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Dexbot (gotûbêj | beşdarî)
B Removing Link FA template (handled by wikidata) - The interwiki article is not featured
EmrahÖ (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Rêz 42:
 
Korêya Başûr yek ji wan welatan e ko li paş [[Şerê Iraqê]] li sala 2003'ê pişikdarî ya [[hêzên pirnejad]] li Iraqê kirîye. Niha tîpeka leşkirî Komara Korêyê binavê [[Tîpa Zeytûnê]] li derveyî [[Hevlêr]]a paytexta [[Herêma Kurdistana Iraqê]] li başûrê Kurdistanê ye. Ev hêz piranî bi karên civakî ve mijûl e. Nexweşxane ya vê tîpê çaresera nesaxên Kurdistanî dikit. Pişkên dî yên Tîpê arîkarî ya avakirina dibistanan û bingehên saxlemiyê û rahînan karmendan didin.
 
== Tarîxçe ==
=== Berî dabeşbûnê ===
 
Gorî mîtolojiya damezirandinê ya Korêyê tarîxê Korêyê bi damezirandina Joseona efsanewî li sala 2333 B.Z. ê dest pê dike. (Wek Gojoseon jî tê zanîn, ji ber ku li sedsala 14emîn da jî xanedanekî bi heman navî hebû; pêşbendê Go- tê maneya "kevn" yan jî "ya berê") Gojoseon heta ku bakurê nîvgirava Korêyê û hin deverên Mançuryayê bi dest xist fera bû. Piştî ku bi xanedanê Hanê ya Çînê ra ket nav pevçûnên bêhesab Gojoseon parçebû û Korê ket serdema Proto-Sê-Qiraltiyê. Di destpêka vî serdemê da Buyeo, Okjeo, Dongye û yekîtiya Samhanê nîvgirava Korêyê û deverên li başûrê Mançuryayê dagir kirin. Piştî hilweşîna van dewletan, dewletên çûçik wek Goguryeo, Baekje û Silla mezin bûn û nîvgiravê binavê Sisê Qiraltiyan zeft kirin. Dû re hersê qiraltiyan jî ji hêla Sillayê hatin zeftkirin. Bi vê yekê ra li Korêyê serdema Dewletên Bakur-Başûr dest pê kir. Bi vê yekê pirraniya nîvgirava Korêyê ket bin destê Sillaya Yekpare û di heman demê jî Balhae jî li bakurê Goguryeoyê hebû. Li heyna Sillaya Yekpare hunerê helbestnivêsandinê û huner hate teşwîq kirin, çandeya Budîzmê pêş ket. Pêwendiyên navbera Korê û Çînê li vê heynê rind man. Lê belê Sillaya Yekpare ji ber berberiyên navxwayî her ku çû lawaz bû û li sala 935ê da teslîmî Goryeoyê bû. Cîranê Sillayê ku li bakurê vê dimîne Balhae, wek wêrisê Goguryeoyê hat damezirandin. Li dema xwa ya herî rind Balhae beşekî mezin ya Mançuryayê û hinek deverên Rûsyaya hiroyîn zeft kir. Balhae li sala 926ê ket destê Kîtaniyan.
 
Nîvgirav ji hêla Împeratorê Goryeoyê Taejo Wang Geon ve li sala 936ê yekbû. Wekî Sillayê Goryeo jî dewletekê zahf çandeyar bû û 1377ê da Jikji pêk hat, makînaya livdar ya kanzayî ya herî kevn. Li sedsala 13ê îstilayên mongolan Goryeo bêhêz kir. Piştî 30 sal şer Goryeo serweriya xwa dewam kir, lê dîsa jî mongolan ra xerac dan berevajî vê jî mitefiqê wan bûn. Piştî hilweşîna Împeratoriya Mongolan li Goryeoyê berberiyên siyasî yên giran derketin û xanedaniya Goryeoyê bi serhildanekê ku ji hêla general Yi Seong-gye ve hat birêvebirin li sala 1388ê ket bin hukima xanedaniya Joseonê. Qiral Taejo navê Korê ya nûv kir Joseon, ji ber ku berê jî navê Korêyê Joseon (Gojoseon) bû. Sêûl jî kir paytexta nûv ya vê dewletê. 200 salên xanedaniya Joseonê hema hema bi haşitî derbas bûn. Li sedsala 14emîn li heyna Qiralê Mezin Sejongê da Hangul (nivêsê korêyî) pêk hat û ji xeynî wê girîngiya Konfusiyanîzm zêde bû.
 
Li salên 1592 û 1598ê Korê ji hêla japoniyan ve hat îstilakirin. Toyotomi Hideyoshi fermandarê leşkeran bû û plan kiribû ku kişwera Asyayê bi rêhya Korêyê dagir bike, lê bi îhtimaleke mezin ji hêla artêşa Salih ve û bi alîkariya xanedanê Ming ve hatin qewitandin. Bi saya vê şerê amîral Yi Sun-sin mezin bû û Keştiyê Kûsî ya wî jî meşûr bû. Li salên 1620î û 1630î da mançuyan Joseonê îstila kirin, li dawiyê mançuyan hemû Çînê fetih kiribûn. Piştî rêzeyeke şerên li dijî Mançuryayê, Joseon nêzike 200 sal di haşitiyê de ma. Qiral Yeongjo û Qiral Jeongjo xanedaniya Joseonê ra nûjeniyên çandeyî anî.
 
Lê di salên paş da xanedaniya Joseonê bi awayekî aşirî girêdayî Çînê bû, tecrîd bû. Li sedsala 19emîn de Korê ji ber siyaseta tecrîdê wek Qiraltiya Silak dihate binavkirin. Xanedaniya Joseonê wê pêngavê ji ber xwaparastina ji emperyalîzmê avit, lê di dawiyê de ji ber bazirganiyê xwa ji dinyayê ra vekir. Piştî Şerê Çînî - Japoniyan yê Yekem û Şerê Hûris - Japoniyan Korê ket bin serweriya japonan (1910 - 1945). Di dawiyê Şerê Cîhanî yê Yekem de japonan teslîmî hêzên Sovyet û Amerîkan bûn. Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst bakurê Korêyê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî başûrê Korêyê dagir kiribûn.
 
=== Piştî dabeşbûnê ===
 
Li gorî planê ku siftê hat kirin li dema Deklarasyona Qahîreyê qirarê Korêyekî yekpare hate dan. Ji ber Şerê Sar di navbera Yekîtiya Sovyetan û DYAyê dwudu hikûmat hatin damezirandin. Her yekî bi îdeolojiya xwa rêh li ber dabeşbûna Korêyê vekirin. Bi vî awayî li sala 1948ê Korê dabeş bû û dwudu dewletên serbixwa pêk hatin. Li Bakurê Korêyê gerîlayê berê û çalakvanê komunîst Kim Il-sung bi piştgiriya Sovyetan bi hêz bû û li Başûrê Korêyê jî siyasetmedarê rastgir ku li sirgûnê bû Syngman Rhee erkê serekcimhûrkiyê ya Başûrê Korêyê girt ser xwa.
 
== Girêdanên derve ==