Gol: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Luqman (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
 
Erdal Ronahi (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
{{ev gotar|der barê golan ji avê ye. Ji bo wateyên din a "gol" biçe [[Gol (cudakirin)]]}}
[[Wêne:WW Gola Wanê.jpg|thumb|[[Gola Wanê]]]]
'''Gol''', Ji kortên ku di demên guhertinên [[Jeolojî|jeolojîk]] de peyda bûne, û ên ku bi borîna salan ji ava baranê, herkîna çeman û lehiyan tijî av bûne re tê gotin.
 
Gol li gor pevajoyên jeolojîk cihêreng in, ango li hin herêman, dema ku şetandinên jeolojîk çêbûne, lat û zinarên xwe lar bûn, nexwe, xak pir hilweşiye, û golên mezin çêbûne, û li hin herêman jî zinar û lat hişk û sert bûn, lewma golên çêbûbûn biçûk bûn.
 
Ji golên ku bi guhertinên jeolojîk çêbûne re, golên xwezayî dibêjin, û ew li seranserî cîhanê tên dîtin, ji golên mezin, [[Gola Victoria]] li [[Kenya]] û [[Gola Qizwîn]] li [[Asiya navîn]], li [[Kurdistan|Kurdistanê]] jî hin golên xwezayî hene wek, [[Gola Wanê]] û [[Gola Ûrmiyê]].
 
Hin gol hene bi destê mirovan çêbûne, ew bi rahatî li paş avgiran peydabûna, ango kombûna avê li paş wan hedî hedî bûye gol, ji van golan re dibêjin golên pêşesazî, û pir nimûne li seranserî cîhanê hene, wek [[Gola Nasêr]] li paş avgira Alî li ser çemê [[Nîl|Nile]] li [[Misir|Misirê]].
 
Gol çi xwezayî çi pêşesazî bin, ew pir sûdmend in, mirov ji wan golan pir sûdwer digrin, mirov ji van Golan ava çandiniya xwe dibe, mirov ava vexwarinê jî jê dibe, ji bilî ev fêde û sûdên tenduristî û gervanî, pir gol îro seyrangeh û havîngehên ku mirov bêhna xwe li ber vedide ne, mirov mesiyan jî ji van golan digrin.