Eyşe Şan: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine |
→Jiyan: fix Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl |
||
Rêz 22:
Eyşe Şan ku di nava civata Kurdan da bi navên mina Eyşana Kurd, Eyşe Şan, Eyşe Xan, Eyşana Osman, Eyşana Eli û Ayşa Şan tê nasîn di Mijdara sala [[1938]]'an li bajarê Diyarbekirê hat dinê. Ji aliyê bav û dê de xwedi malbatek mezin û navdare. Navê diya wê [[Heciye Xanim]] û ji êla [[Hacî Mistefa Begên Erziromê]] ye, navê bavê wê jî Osman e û ji eşîreta mezina Cibriyan e. Bavê Eyşe Şanê Osman bi xwe ji dengbêjeki navdar û herwiha miroveki gelek dindar û xwedêtirs bû.
Di nava Kurdan de hunera dengbêjiyê mîna kaniya avê bêdawî ye, hertim dizê û çiknabe. Dengbêjên Kurd di vê navê de
Dema ku dengbêjên Kurd di mala bavê Eyse Şanê de li dora hev diciviyan Eyşe Şanê jî ji wan çaxên bi qîmet mifa werdigirt û bi heval û destexuşkên xwe re li pişta deriyê dîwanxanê heya berê sibê rûdinişt û bi evînek kûr li dengê stranbêj û dengbêjên mêvan guhdarî dikir. Eyşe Şan carna bi bîhîstina dengê wan mest û mendehoş dibû û haya wê ji dinyayê nedima. Ew dibû Zîn û li Cizira Botan bi Memê Alan re dipeyvî, carna ji ew dibû Xecê û li serê çiyayên Sîpan û Xelatê bi [[Siyamend Silîvî]] re di geşt û gulzaran de digeriya. Dane berheva dengbêjê mezinê Kurdistanê [[Evdalê Zeynikê]] û [[Gulêya Ermenî]] weke careke din jêre zindî dibûn. Bi deng û naveroka stranên dengbêjên Kurd serbihuriya [[Derwêşê Evdî|Derwêşê Evdî û Edûlê]], mîna rêze filmekê li ber çavên wê zindî û derbas dibû. Di vê derbarê de Eyşe Şan dibêje:‘’ Xweziya der û diwarên mala bavê mın bı zıman bûna ku jı were behsa wan roj û şevan bikirana, erê ez hertim bi hesret dibêjim xweziya zimanê dîwarê mala me ya li Diyarbakirê hebûya û ji me re qala wan sevbêrkên dengbêjan bikira. Min di quncikan de li dengbêjan guhdarî dikir. Min wisa guhdarî dikir ku yekî gazî min bikira, ezê veciniqiyama. Dengê bavê min yê zîz û xemgîn teisîrek mezin li min dikir. Sal diborîn lê dengê wî ji guhê min derneket ‘’
|