Zerdeşt: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurdiya Zelal
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
Zerdeşt Pêxambereke Arî bû, 600 salan berî bûyîna Îsa, bîr û baweriya xwe ya herdemî bi rêçenasên civakiyên wê demê belav kiriye.
 
Kurtejiyana Peyamberê Zerdeşt
 
Zerdeşt, di deme xwe de, jîyaneka dem dirêj buhurandiya. Ew, tê bawerkirin ku ew ji aliyê xwûdayê wî ve hatîya bijartin weke pêxember û bi riya wî pêyamên Xwedê hatina dunyê. Ji biçûkatiya xwe heta ku mazin dibe, ew li parastgahê mazin dide.
Zerdeşt, perwerdehîya bingihîn ya mazin girtîye. Di parastgahê de, bi xwandin û şîrovekirina bineterên pîroz ya ji civakê re ew jîyana xwe dibuhurêne. Piştî ku mazin dibe, êdî bidestanîna li ser ziman ya hizrên xwe dike.
Lê di serî de, ew weke ku ew dihasibêne, ew nayê herêkirin. Piştre ji aliyê keyê demê ve fermana wî tê derxistin û ew jî, di ancama wê de ji welêt bazdide û dide bi herêmên ên asya ve.
Li wan deran, demeke dirêj dimîne. Her û devera ku ew diçîyê de, li wir, ew mirovên nû nas dike û hizrên xwe ji wan re tîne ser ziman. Bawerîya xwe bi wan dide erêkirin û wan ji xwe re dike alîgir.
 
Zerdeşt, Wê demeke jîyane xwe ya dirêj wê li penaberîyê bi vî rengî bibuhrêne. Piştre ku hinekî pîr dibe û êdî bîra welatê xwe dike û êdî tişta wê were serê wî ew dide berçavên xwe û tê welêt.
Di dema ku ew tê welêt de, hingî, key, wî dibîne, û wî gazina cem xwe dike. Di wê demê de, key bi wî re dikeve danûstandinê de. Zerdeşt hizrên xwe ji wî re têne ser ziman û jê re dibêje ku ya rast çîye.
Piştre key ku hinekî dihizire, piştre jê re dibêje ku "ezê şertekê bidina pêşîya ku ti pêk bênî, ezê te afû bikim û tuyî di aramiyê de bämînî. Ku te pêk hanî, hingî ezê bawerkim ku tu yekî ku ji aliyê Xwedê ve jî hatî hilbijartin." Zerdeşt dibêje bila û wê şertê wî erê dike.
Hingî, tê gotin ku haspê key yê ku wî pirr jê hez dikir, lingê wê şikeştibû û ti nojdarî nikaribû ku wî baş bikira. Lê key ji Zerdeşt dixweze ku "madê ku ti yekî bizane û wilqasî mazin î haspê min baş bike". Piştre Zerdeşt dibêje bila û bidest başkirina wî dike.
Di demeka kin de, Zerdeşt dike ku Hasp rabe ser xwe û were û bibe weke rewşa xwe ya berê. Piştre key pirr ji vê kêfa wî tê û êdî destûrê dide Zerdeşt ku li welêt bimêne.
Êdî Key, wî weke serokê oldarên wir jî dihilbijêre. Zerdeşt, bi vê yekê, li wir dimêne û hizrên xwe tîne ser ziman. Hingî, Zerdeşt, pirtûka xwe ya pîroz ku li gor hin gotina li ser 14 ayarên sawalan hatiye nivîsandin û li gor hin gotinna jî tê gotin ku li ser 18 hezar ayarên sawalan hatiya nivîsandin, dinivîsêne.
 
Zerdeşt, weke hişmendê dema xwe êdî jîyana xwe dide domandin. Hizrên wî, yên ku wî nivîsandina, li parastgahê bicih dibin û têde weke hizrên pîroz tên xwandin. Hizrên Zerdeşt, wê bi xwe re demekê bidine vekirin. Wê bandûra wan li hemû pêşketinên ku wê êdî piştre bibin wê bibe. Zerdeşt, êdî piştî xwe re jî, wê bi wan hizrên xwe bijî. Ew, weke yekî pîroz û weke ku heta roja me jî, di nava kurdan de bi bawerî heya ku ew pêxemberek bûye.
 
== Zerdeştî ==