Rewdneîm (pirtûk): Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Latênî
BKurteya guhartinê tine
Rêz 6:
Di pirtûkê de 35 beş hene. Babeta her beşekê jî cuda ye û 4531 beyt in. Wek kêşa Mewlûda [[Melayê Bateyî]], malikên Rewdneîmê jî tev bi yazdeh kiteyan dikişin, rewan in, bi kêş û qafiye ne. Her du rêz, bi eyni tîp qafiye ne, bi zarekî şêrîn û bi nikleka pir xweş li pey hev didomînin.
 
[[Şêx Evdirehmanê Axtepî]], çewa ku wî bi xwe di helbestekê de beyan kiriye, pirtûka xwe ya Rewdneîm di sala 13O2yên1302yên [[Salnameya koçî|hicrî]] (li gorî salnameya [[Salnameya gregorî|mîladî]] 1884) Hicrî de nivîsiye.
 
Belam helbestên Rewdneîmê, çendî ku tê de gelek peyvikên erebî û farisî jî hene, lê belê bi kurmanciyeke pir zelal û hêsan, hatine honandin. Herweha tê de gelek peyv û bêjeyên [[Kurdîkurdî]] yên kevnare jî hene ku niha zêde nayên bikaranîn.
 
Ev pirtûka hêja, li [[Kurdistan]]ê du caran (bi elîfbêtika [[erebî]]) çap bûye. Cara pêşî, di sala 1966an de bi destên mele [[Ehmedê Qoxî]] li çap bûye. Lê bi derketinê re, dewleta [[Tirk]] dest daniye serê û nehiştiye li nava xelkê belav bibe. Cara diduyan jî, di 12.O3.'ê adara 1986 'an de, bi destê mele Zeynelabidînê kurê mele [[Remezanê Amedî]] (Diyarbekir) çap bûye. Herweha wî li serê şerhek jî nivîsiye û malikên wê bi zimanê [[Erebîerebî]] şirove kirine. Çapa Qoxî 24O240 rûpel in û ya [[Amed]]î jî 534 rûpel in.
 
Di sala 1988 an de, [[Zeynelabidin Zinar]] piştî wergirtina destûrê, bi alîkariya [[M. Emîn Narozî]], Rewdneîmê ji tîpên [[Erebî]] veguheztiye tîpên [[Latênîtîpên latînî]] û di 1991ê de jî li Swêdê daye çapkirin. Ev çap 438 rûpel e.<ref>[[Şêx Evdirehmanê Axtepî]], Rewdneîm, [[Kurdî]], Sverige/Stockholm, 1991, 440 rûpel, ISBN 91-830062-0-0. Tîpguheztina ji alfabeya erebî: [[Zeynelabidin Zinar]].</ref>
 
== Çavkanî ==