Quran: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Xwedêda (gotûbêj | beşdarî)
Xwedêda (gotûbêj | beşdarî)
Rêz 40:
Gava ew nazil dibû (dihate erdê), Mihemed jî di cih de ew bi alikariya katibên wehyê, yê eshaban, di huzura wan de li ser çerman, li ser kevirên sehîk û li ser melzemeyên din dida nivîsandin û nûsxeyek jî li mala wî dima. Li aliyên din jî, gava her ayetek wehî dibû, ango dihata xwarê, ew di cih de, ji xeynî nivîsandinê, ew ji aliyê hafizqur‘anan (Qur‘anjiberan) ve dihate jiberkirin jî. Ev yeke li gor rêsana Mihemed cih û tertîba wê ayetê û ku gava Cebraîl ew gihandî Resulê Xwedê, welê dihate pêkanîn.
 
Hersal di meha Remezanê de, [[Mihemed]] 10 rojan dikete îtîkafê, ango dirûnist û bes îbadet dikir, Qur‘ana ku ji Cebraîl re dixwend. Cebraîl jî Qur‘an ji wî re dixwend û bi vî awayî wan xwendina hevdû didan li ber hev; bi awayekî din, wan ew "kontrol" dikirin. Qîza Mihemed, [[FatîmaFatime]], dibêjê ku bavê wê carekê bo vê yekê weha gote wê: "Qîza min, her sal Cebraîl carekê Qur‘an dida ber ya min, lê îsal wî ev yeke ducar kir. (Ji vê jî) bêguman, texmîn dikim ku ecelê min nîzik bûye" (Buharî,Tecrîd-î Sarih, Tercume, Cilt II, Hadis 1767). Ebu Hureyre jî: "Resullullah her sal cerekê; sala wefat kirî du caran Qur‘an da ber ya Cebraîl û 10 rojan, sala wefat kirî 20 rojan kete îktîfayê" (Buharî, Fedaîlû Quran, bab: 8 (Kane Cebrîl ya‘rîdu‘l Qur‘an) . Pistî wefata Pêxember, di çaxê Ebubekir de, di serrê kesên ji dîn vegerayî de, Yemamê (633) 70 hafizqur‘an sehîd bûn. Ev yeka [[Omer ibn Xetab]] tirsand. Wî mûracatî Hz.Ebubekir kir û wî jî kare bo nivîsandina Quranê da Zeyd Sabît, katibê ku Mihemed jê hez dikir. Hemû meteriyalên li ser Qur‘anê dane Zeyd û wî jî ew û yên hafizqur‘anan da ber hev. Pistre, her sure, ayet, ku bi wehî hatibûn xuyakirin, li gor hatina wan hatin rêzkirin û bi lehçeya Qureysiyan hate nivîsandin. Navê wê "MUSHAF" hate danîn.
 
Pistî wefata Ebubekir, ew teslîmî Omer bîn xetab hate kirin û di taliyê de, gava Osman bû Xelîfe, wî komîteyek di bin serokatiya katip Zeyd bin Sabît de avakir û ew surê, ne li gor hatinan wan, lê li gor girêdanên wan bi hev re, tertîp kir û 7-8 nûsxe nivîsandin û li wilayetan hatin belav kirin.