Şêx Memdûhê Birîfkanî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Xwedêda (gotûbêj | beşdarî)
Gelleki serrast kir û çavkani ani
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Xwedêda (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
'''Şêx Memdûhê Birîfkî''' (1911-1976) nivîskarekî [[kurd]] bû.<ref>http://jarry7.egerin.com/article/4929/ex_Memdh_Birfkan</ref> Birîfkî di 1911-an de li gundê Badê ku girêdayê bi bajarê Dihokê ve ye, hatiye dinyayê. Navê bavê wî Şêx Muhsin e, bapîrê wî Şêx Ebdulcebarê kurê Evdilqeharê kurê Evdilahê kurê Evdilcebar e. Ew bi koka xwe, digîje malbata [[Şêx NûredînêNûreddîn BirîfkîBirîfkanî]] yê bi navûdeng ku ew malbat bi koka xwe ji bakûrê Kurdistanê, ji bajarê Xelatê ye. Şêx Memdûhê Birîfkî di Rêçika Qadirî de şêxekî navdar bû û li her çar beşên Kurdistana dabeşkirî rind dihate naskirin, du caran jî çûye [[Hec]]ê. Ew malxweyê sê jinan, bavê yazdeh kur û pênc keçan bûye.
 
Şêx Memdûh Birîfkî piştî ku xwendina xwe kuta kiriye, çûye bingeha xwe li [[Dihok]]ê vegirtiye û li jiyanê domandiye, herweha li wir bûye serokê Beşa Yekîtiya Nivîskaran a li Dihokê jî. Ji berhemên wî, agahdariya me tenê bi dîwaneke wî heye
Rêz 119:
 
Ma hêj ne bes, dil sotî, sûretpel im ez.
 
 
'''Laleşîn'''
 
Ez çûme Laleşînê
 
Li nav Elkî û Bilîsa
 
Min dî li wê cuwanek
 
Wek fenerê teyîsa
 
 
Şengeşirîn û nazik
 
Xunçeleba pelazik
 
Derhal me can bû gazik
 
Ji derdê evînê dîsa
 
 
Min gote wê: Tu rind î
 
Şengeşirîn û qend î
 
Li ber katuyê bilind î
 
Wek Tûrê Nebî Mûsa!
 
 
Go: Ez şirîn û şepal im
 
Bi qed û xet û xal im
 
Kurdistana delal im
 
Kevtime destê pîsa!
 
 
 
Şêxê Birîvkî vê helbesta xwe ya li jêrê jî, li gora nikl û mezeya helbestên Feqiyê Teyran ristiye:
Line 166 ⟶ 148:
 
Dîlberê, dara şirînê
 
Jaro, bêmalo, dilo
 
Kevtiyîne derdê evînê
 
Ay dilê min, ay dilo!
 
 
Kevtine ber derd û janê
 
Wek Memê sotî gumanê
 
Ah! ji destê vê ciwanê
 
Ay dilê min, ay dilo.
 
 
 
'''Şêx Birîfkî vê helbesta xwe ya li jêrê jî, li gorî nikla helbesteke Melê Cizîrî ristiye û wek diyarî pêşkêşê kovara HAWAR-ê kiriye:'''
 
 
Roj bête der, al sor û zer
 
Ev ro li ser banê te bit
 
Her dem bijî, bi keyf û xweşî
 
Çejna te jî pîroz bibit
 
 
Li baxçê gulan, li nav sinbilan
 
Seyran bikî şahê dilan
 
Bi keyf û sema, dwîr bî ji xema
 
Çejna te jî pîroz bibit
 
 
Heyva li ser te Çarde bit
 
Daîm bihar li erdê te bit
 
Li te çi mirad, her we bit
 
Çejna te jî pîroz bibit
 
 
Hindî ku padişah hebin
 
Hemî li ber pêyê te bin
 
Daîm di ferwara te bin
 
Çejna te jî pîroz bibit
 
 
Her dem şeva te ron bibit
 
Ji dil şahya te xwoş bibit
 
Çend roj hene her çejne bit
 
Çejna te jî pîroz bibit
 
Line 234 ⟶ 187:
 
Memdûh divêt ev hal e bit
 
Çejna te jî pîroz bibit.
 
Line 240 ⟶ 192:
 
Spêdeya Yazdey Adarê
 
Ron kirin li çiya û deşt
 
Şahiya li serê Biharê
 
Kurdistan dîsa bû rewşen
 
Kurdistan dîsa bû rewşen
 
Mêrg û çîmen xemilîn
 
Surperî hatine semayê
 
Xwoş kirin sêran û geşt
 
Çejne bûn du li vê Biharê
 
Nevroz û Yazdê Adarê
 
Rabe da em biçine karî
 
Serê sala me gehişt.
 
== Berhem ==
*Laleşîn (Helbest, 1977 Stockholm, ji alîye Zahid Birîfkanî)
 
*Berhevkirina Dîwana Şêx Nûreddînê Birîfkanî
 
*Berhevkirina Dîwana Şemsedînê Qutbê Exlatî (2001, Bi nave “Dîdarê Yar” ji alîye Zahid Birîfkanî)
 
*El heqîqe wel beyan fî tercûmet sadat Birîfkan (verger, 1961)
 
*Pêncî u Yek helbestvanên kurdî
 
== Çavkanî ==
 
Kovara [[Nûdem]] lêkolîna [[Zeynelabidîn Zinar]]
 
[[Kategorî:ŞêxAlimên kurd]]
[[Kategorî:Helbestvanên kurd]]
[[Kategorî:Nivîskarên kurd]]