Albert Einstein: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Piling (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Piling (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
'''ALBERT EINSTEIN (1879-1955)'''
[[Image:Einstein.jpg|thumb|left|Einstein, Albert]]
 
Einstein, li Ulm`ê, di 14ê Adara [[1879]]an de, weke zarokekî malbateke Cihuyên [[Alman]] ên xwedî ramana azad, hatibû dine. Bavê wî, mûhendîsek bû û zêde pere qezenç nedikir. Albert, zarokatiya xwe li [[Münih]]’ê derbas kiriye û bi tevî li malê gelekî jîr û hişmend dihate dîtin jî, li dibistanê serkeftinên zêde awarte bidestnexistibû. Di dibistana navîn de, hez ji sîstema hîndekariya Alman nekiribû û di berdêla vê de, bi mamosteyên ku berovajî wî tevdigeriyan, ketibû nav pevçûnê. Ji ber van azmûnên pêşwext, li hemberî meqamên fermî yên Alman bibû dûjmin û neyar. Şert û mercên neyênî yên kar, di sala [[1894]]an de, malbatê ber bi koçberiyê bir û berê malbatê da Mîlanê. Lê belê Eistein ji bo hîndekariya xwe temam bike li Münih’ê hatibû hiştin. Eistein bi bahaneya nexweşiyê piştre tevlî malbata xwe ya li Îtalyayê dibe. Eistein gelekî hes ji Îtalyayê dike û li vê derê di nava demeke kin de, ji Mîlanê heta Cenovayê 160 kîlometir rê, bi armanca gerê bi meşê dibuhûrîne.
Einstein piştre ji bo ketina dibistana Politeknik a li Zürih’ê serlêdana dibistanê kir. Bi tevî ku di fîzîk û matematîkê de xwedî serkeftineke serdest bû jî, lê belê ji ber ku dîplomayeke wî ya têr a lîseyê tûne bû, nekarî îmtîhana ketinê derbas bike û serlêdana wî nehate qebûlkirin. Ji bo qezençkirina îmtîhanê, ji bo dîtina hîndekariyê çû Cmnazyuma li Aarau`yê. Li wê derê gelekî bextiyar bû. Ew êdî aşiqê Swîsreyê bibû; piştre derbasî welatiya Swîsreyê bû û di dirêjahiya jiyana xwe de careke din qet veneqetiya. Di dawiyê de dema ku kete Dibistana Politeknikê, profesorên matematîkê H. Minkowski û A. Huntwitz bûn. Her du jî zanyarên pola yekemîn bûn. Lê belê ne Einstein zêde tiştek ji wan wergirtibû û ne jî wan Einstein ferq kiribûn.