Şihabedînê Suhrewerdî: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine |
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl |
||
Rêz 44:
Navê wî Yehyayê kurê Hebeşê Emîrek e. Kunya wî bi temamî wisa ye. Şêx Şîhabûddîn Ebû'l futûh Yehyayê kurê Hebeşê Emîrek Suhrewerdiyê maqtûl. Ji ber ku di zanyariyê de pêşketî û deriyê gelek zanînên di tarîtiyê de vekiriye kunya wî bûye Ebû'l futûh, ango bavê yê ku deriyan vedike. Ji ber ku di dema xwe, di warê zanyariyê de hempayê wî tunebûye jê re gotine Şîhabûddîn, ango stêrka olê. Ji ber ku hatiye kuştin jî peyva maqtûl ango yê ku hatiye kuştin li navê wî zêde kirine. Lê ew herî zêde bi navê Suhrewerdî hatiye naskirin. Vî navê hanê jî ji warê xwe girtiye. Lewra bi eslê xwe ji Suhrewerd'a Îranê ye. Suhrewerd bajarokekî girêdayî Zencanêye, di nava [[Tebrîz]] û [[Tehran]]ê de ye.
Suhrewerdî ji malbateke zana tê. Wekmînak apê wî zanyarê navdar [[Evdilqadirê Suhrewerdî]] ye. Bave wî [[qazî]] bû û ji ber ku derew lê hat kirin, dema Suhrewerdî hê şeş mehî bû hate daliqandin. Wekî din jî em dikarin navê yekî gelek navdar bidin ku dîsa ji malbata Suhrewerdî ye. Akşemseddîn'ê mamosteyê Fatîh Siltan Mehmed neviyê Suhrewerdî ye. Akşemseddîn lawê Hemzeyê kurê Suhrewerdî ye. Di derbarê jidayikbûna wî de dîrokên cuda tên nîşandan. Lê bi gelemperî di warê jidayikbûna wî de dîroka nava 1115 û 1191'ê tê dayîn
Suhrewerdî bi navê felsefeya îşraqî (ronahî) felsefeyeke nûh ava kiriye û em dikarin bi hêsanî bêjin him li ser fîlozofên
Suhrewerdî baweriyê bi cudatiya nav laş û giyanê tîne. Li gorî wî laş tarîtiyê, giyan jî ronahiyê sembolîze dike. Giyan bi me'newiyatê pêş dikeve. Divê laş jî bi rojî û bêxewiyê were sistkirin ku giyan azad bibe û bi cîhana me'newî re têkeve têkiliyê.
|