Korîtî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
min ji nû ve ava kir.
(Cudahî nîne)

Guhartoya 22:38, 25 sibat 2015

Korîtî , ji ber rewşa bedenî yan jî psîkolojîk nedîtin yan jî nebaş dîtinê ye. • 1 Korîtiya Yasayî • 2 Sedemên Korîtiyê o 2.1 Nexweşî o 2.2 Qeza o 2.3 Nexweşiyên Genetîk o 2.4 Nexweşiyên Zikmakî o 2.5 Jehrîbûn o 2.6 Dermanên bijîşkî o 2.7 Korkirin Korîtiya yasayî Di cîhanê de bo rewşa derenceyên kêmdîtinê û korîtiyê heye. Ji bo kêmdîtinê divê asta dîtinê di navbera 6/60 û 20/60 de be. Ji bo korîtiyê jî divê ji 6/60an kêmtir be.

SEDEMÊN KORÎTİYÊ Nexweşî • Perdeya çavan (Katarakt) • Glokom • Ji pîrbûnê xerabûna makulayê • Trahom • Perdeya çavan • Nexweşiya Şekirê • Kêmbûna vîtamîn A yê Qeza Ji ber qezayan gelek kes kor dibin. Sedema vî tiştî xerabûna bedena mirovan e. Gelek caran bi qezayan anatomî û morfolojiya çav xera dibe, rehên sînîran diqete an jî xwîn ji mejî tê ku cihê dîtinê xera dike.

Di vir de dibe ku ne korîtî destpê bike. Di qezayan de mirov dikare tenê nêviyê dîtina xwe an jî çaryekê dîtina xwe wenda bike. Nexweşiyên Genetîk

Nexweşiya Albînoyê yek ji sedemên korîtiyê ye. Nexweşiya Leber's congenital amaurosis jî dikare ditinê qels bike an jî mirovan kor bike/bihêle. Nexweşiyek din jî Sendroma Bardet-Biedl e.

Nexweşiyên Zikmakî Hin nexweşî dikarin di zikê dê an jî di dema zayînê de jî çavan kor/qels bike. Yek ji wan mîrkutok e ku heke zarok di zikê dê de bi vê nexweşiyê bikeve çav xera dibin. Nexweşiyek din jî toxoplasmosis e.

Wekî din zûzayîn jî sedemek xerabûna çav e. Jehrîbûn

Hin jehr jî sedema korbûnê ye. Yek ji wan metanol e ku di alkola sexte de ye çav xera dike.

Dermanên bijîşkî

Hin dermanên di bijîşkiyê de jî kêm caran dibe sedema korîtiyê. Ev derman ji hêla bijîşk ve li gorî rewşê tên bi kar anîn. Sedema korîtiyê gelek caran ne ji derman lê ji dozaja wê yê. Kor kirin Yek ji sedemên mezin jî kor kirin e. Di dîrokê de mînaka Odipus ya ku hût(dêw) kor dike mînakeke navdar e. Wekî din kor kirina bi ceza kirinê jî zêde ye. Amaneh Bahramî jineke îranî ye. Ji ber kezab avêtina ser rûyê wê kor ma.